Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokatiya Konseya Rêvber a KCK’ê

 

 

 

15’ê Mijdara 1937’an pêşengê serhildana Dersimê Seyîd Riza tevî 10 hevalên xwe li Xarpêtê hatin darvekirin.
Piştî darvekirina lîderê serhildana Dersimê, dewleta Tirk lez dan komkujiya Dersimê.
70 hezar kes hat qetilkirin, bi deh hezaran Dersimî hatin sirgûnkirin..
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyekê Seyîd Riza û hevrêyên wî bi bîr anîn.
KCK’ê destnîşan kir ku ew ê bi avakirina Kurdistana aza hesreta şehîdan bicih bînin.

SALVEGERA 84’AN A QIRKIRINA DERSIMÊ
KCK’Ê DI SALVEGERA ŞEHADETA WAN DE SEYÎD RIZA Û HEVRÊYÊN WÎ BI BÎR ANÎN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi minasebeta salvegera 84’an a Terteleya Dersimê daxuyanî da.

KCK’ê di şexsê Seyîd Riza û hevrêyên wî de ku beriya 84 salan li Xarpêtê hatin bidarvekirin şehîdên doza azadiyê bi bîr anîn:

Em Seyîd Riza û bi deh hezaran şehîdên Dersimê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Em soz didin ku hesreta wan bi Kurdistana Azad tacîdar bikin.

KCK’ê bi bîr xist ku di dema terteleyê de 70 hezar Dersimî hatin qetilkirin, bi deh hezaran Dersimî ji bo bajarên Tirkiyê hatin sirgûnkirin û yên sax man jî, bi qirkirina spî re xwestin bikin Tirk û qirkirinê temam bikin.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
BI RÊYA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ MIROV DIKARE XWEDÎ LI BÎRANÎNA ŞEHÎDAN DERKEVE

KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk a qirker mêtinger zilm, komkujî û qirkirina herî mezin a dîroka Komara Tirkiyeyê li Dersimiyan kiriye:

Eger Dersimiyek bi rastiya dewleta qirker nizanibe nikare bibe Dersimî.

Bersiva herî baş a qirkirinê wê biserxistina têkoşîna azadî û demokrasiyê be.

Di nava Kurdistana Azad de jî bêguman wê Dersim bi taybetmendiya xwe xweser be.

Ji xwe Qirkirina Dersimê jî ji ber daxwaza parastina xweseriya Dersimê hate kirin.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
DERSIMÊ LI DIJÎ ÊRIŞÊN QIRKIRINÊ WÊ TIM DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE CIHÊ XWE BIGRIN

KCK’ê destnîşan kir ku li dijî zilam dewleta tirk a qirker ji salên 1960 û 1970’î û pê ve, bi taybetî piştî salên 1990’î Dersimiyan cihê xwe di nava têkoşîna demokrasî, azadî û sosyalîzmê de girt.

Bi hezaran keç û xortên Dersimî tevlî nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bûn.

Bi sedan şehîd bûn, bi hezaran jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a qirker dît ku hêrsa li dijî qirkirina li Dersimê veguheriye hêza azadiyê.

Ji lewma jî li ser Dersimê dest bi şerekî taybet ê berfireh kiriye.

Bi rêya vî şerê taybet hewl didin ku xelkê Dersimê ji têkoşîna demokrasî û azadiyê dûr bixin.

Lê belê Dersimî wê bi deh hezaran şehîdan ji bîr nekin û ji têkoşînê venegerin.

KCK’ê diyar kir ku dagirkeriya tirk di sala 1937’an de nekariya Dersimê fetih bike wê îro jî nikaribe fetih bike û evf peyam da:

Di salvegera 84’an a Qirkirina Dersimê de em soz didin ku bi vî ruhî têkoşînê mezin bikin û bi avakirina Kurdistana azad bibin layiqê Seyîd Riza û tevahiya şehîdan.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv