Li herêmên Efrînê û Firatê jî bi hezaran kes bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye daketin qadan.
Pêkhateyên herêmê gotin, heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna me bidome.
“DEMA AZADIYA RÊBER APO YE”
LI KOBANÊ, ŞEHBA Û HELEBÊ BI HEZARAN KES MEŞIYAN
Li Kobanê, li ser banga Kongreya Star bi hezaran kes bi daxwaza azadiya Rêber Apo daketin qadan.
Meşê ji Qada Jina Azad destpê kir û heta Qada Aştiyê dewam kir.
Di mitîngê de jinan got, heta Rêber Apo neyê azadkirin, wê gelê Kurd jî azad nebe.
Weke her carê meş û çalakiya herî girseyî li herêma Şehbayê, ji aliyê Efrîniyan ve hat lidarxistin.
Li ser banga Kongreya Star bi hezaran kes meşiyan.
Piştî meşê mitîngek hat lidarxistin.
Li taxa Şêxmûqsada berxwedêr a Helebê jî bi hezaran kes bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye daketin qadan.
Jinan li vê derê jî biryardariya xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo ragihandin.