Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevseroka konseya rêveber a KCK’ê Besê Hozat : Têkoşîna jinê ya li dijî faşîzmê civakê li ser piyan dihêle.

 

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
TÊKOŞÎNA JINÊ YA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ CIVAKÊ LI SER PIYAN DIHÊLE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat pêşketinên girîng ên di rojevê de ji ajansa Firatê ANF’ê re nirxand.

ANF’ê beşa duyem a nirxandinên Besê Hozat ku têkildarî têkoşîna jinan a li dijî desthilata faşîst bû, weşand.

Besê Hozat destnîşan kir ku Tevgera Jinên Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîna herî mezin didin.

Ya li dijî faşîzmê civakê li ser piyan dihêle têkoşîna jinê ye.

Têkoşîna jinê di nava civakê de hêza têkoşîn û berxwedanê diafirîne.

Jin di nava civakê de bi dînamîzmên demokratîk bi pêş dikeve.

Têkoşîna ku herî zêde faşîzmê teşhîr û lewaz dike têkoşîna jinê ye.

Têkoşîna jinan maskeya desthilata faşîst yek bi yek daxist.

Heke faşîzma AKP-MHP’ê li tevahiya cîhanê bi nefret tê pêşwazîkirin, di vir de rola jinê mezin e.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
DI HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ DE JÎ WÊ ROLEKE MEZIN A JINÊ HEBE

Der barê êrişên desthilata faşîst a li dijî jinan jî Besê Hozat ev nirxandin kirin:

Faşîzm dijminê jinê ye. Azadiya jinê hîmê desthilatiya wan dirizîne.

Têkoşîna ewqas bi hêz a jinan bêguman faşîzmê baş ditirsîne.

Ji ber ku jinan bi têkoşîna xwe faşîzm ji bingeha wê ve hejand.

Îro roj desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ketiye prosesa hilweşînê ku jinan ji vê re pêşengî kir.

Di hilweşandina faşîzmê de jî wê roleke mezin a jinan hebe.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
XWEPARASTINA JINÊ ŞÊWEYÊ TOLHILDANA JI HIŞMENDIYA MÊR Û DEWLETÊ YE

Besê Hozat îşaret bi girîngiya qewînkirina xweparastina jinê kir û destnîşan kir mêr di civaka bi desthilata zayedperestî de nikare jinê biparêze.

Tenê jin dikare jinê biparêze.

Dema rêxistinbûna xweparastinê ya jinê çêbibe wê jiyana wê jî bê parastin.

Ji ber vê yekê xweparastin ji bo jinan xwedî girîngiyek jiyanî ye.

Divê jin li her qada jiyanê xweparastinê bi rêxistin bike û li ber êrişan rabin.

Xweparastina jinê şêweyê tolhildana herî girîng ji hişmendiya desthilata mêr û dewletê ye.

Pêngava ‘Dema Parastina Jin û Civakê’ ye, komploya faşîzmê ya li dijî tevgera jinan pûç kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv