Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevseroka konseya rêveber a KCK’ê Besê Hozat : Jin û gelê me hemû divê xwedî li berxwedana li zîndanan derkevin.

 

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
JIN Û GELÊ ME HEMÛ DIVÊ XWEDÎ LI BERXWEDANA LI ZÎNDANAN DERKEVIN

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di hevpeyvîna xwe de li ser têkoşîna li zîndanan jî sekinî.

Besê Hozat der barê berxwedana jinê ya li her qadê û bi taybetî jî li zindana jî diyar kir ku rejîma faşîst dixwaze îradeya jinê bişkîne:

Xwestin zîndanan bikin cihê teslîmgirtinê, şikandina îradeya jinan û bicihanîna serweriya zilmê.

Jin bi îradeyeke mezin li ber xwe didin.

Gelek girtiyên nexweş hene.

Weke Aysel Tugluk ku jiyana xwe ji bo gelê xwe, gelan û azadiya jinan dayî, rejîma faşîst tolê distîne.

Jin û gelê me divê bi şêweyek xurt xwedî li Aysel Tugluk derkevin.

Jin li girtîgehan de bi wêrekî li dijî zilmê li ber xwe didin.

Di xeta hevrê Sakîne Cansiz de bi ruhê 14’ê Tîrmehê berxwedanek bi rûmet nîşan didin.

Pêwîst e destpêkê dayikên me û gelê me xwedî li berxwedana li girtîgehan derkevin.

Bi têkoşîna hevpar a jinan wê rejîma faşîst teqez were hilweşandin.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
SEZEN AKSU TIMÎ LI KÊLEKA MAZLÛMAN CIH GIRTIYE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di hevpeyvîna xwe de hedef girtina Hunermend Sezen Aksu û rojnamevan Sedef Karabaş jî nirxand.

Besê Hozat ji bo Sezen Aksû û êrişa li ser wê, vê nirxandinê kir.

Sezen Aksû bi hunera xwe tê hezkirin.

Hertim li kêleka mezlûman cih girtiye, û heqîqet parastiye.

Ji desthilata faşîst ne raziye, rexnegir e, têkoşer e, ji ber vê çendê desthilata faşîst ew kirin hedef.

Desthilata faşîst bi vê êrişê xwestin hêza rexnegir, têkoşînê û îradeya wê bişkîne.

Di kesayeta wê de jî dixwazin hunermendên xwedî heman seknê bitirsînin.

Lê êrişên faşîstan hunermendan têk nabe, mezin dike.

Hevseroka konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ji bo rojnamevan Sedef Karabaş jî diyar kir, di kesayeta wê de dixwazin çavê rojnamevanên wêrek û rewşenbîran bitirsînin. Lê faşîzm çi bike, nikare encam bigire.

Rewşenbîr, hunermend, demokratên rast ên civakê û civak bi xwe dîwarê tirsê rûxandin.

Li her deverê dengê nerazî bilind dibe, dînamîzma demokrasiyê bi hêz dibe, hêzên demokrasî bi hatina gel hev mezin dibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv