ÊRIŞA LI DIJÎ ÎRADEYA GELÊ KURD
HEVSEROKA KCD’Ê LEYLA GUVEN HAT BINÇAVKIRIN
Piştî ku rêjîma Tirk 22 sal û 6 meh cezayê zindanê lê birîn, şevê din polîsên dewleta Tirk bi ser mala Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de girtin..
Polîsên Tirk biryara girtinê ya dadgehê weke bahane nîşan da û Leyla Guven kirin binçavan..
Dema binçavkirinê, Hevserokê KCD’ê ev peyam da:
Çi derve çi li hundir, ez ê her siyasetê bikim. Ji bo mirov bi ser zaliman de biçe, pêwîstî bi wêrekiyê heye.
Paşê polîsên Tirk Leyla Guven birin navenda binçavkirinê..
Û îro wê dişînin adliyê..
Piştî serdegirtina polîsan, li ser tevna civanê kampanya bi slogana “Leyla rûmeta me ye” destpêkir..
Ji siyasetvanan bigrin, heta rewşenbîr, parêzvanên mafê mirovan û hunermendan, gelek derdoran li dijî binçavkirina Leyla Guven nerazîbûn nîşan dan..