ARTÊŞA DAGIRKER ÊIŞÎ HERÊMA EYN ÎSA KIR
LI GUNDÊ MIŞÊRFA, ŞERVANÊN QSD’Ê BERSIV DAN ÇETEYÊN TIRK
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şevê din bi dijwarî derdora herêma Eyn Îsayê topbaran kirin..
Piştî topbaranê, hêzên dagirker êrişî gundên Mişêrfa û Cehbetê kirin..
Ev herdû gund dikevin rojhilatê bajarokê Eyn Îsa ye..
Şervanên QSD’ê di cih de bersiv dan êrişa hêzên dagirker û li herêmê şerek giran rû da..
Li gorî agahiyên ji herêmê bidest ketin, çeteyên dewleta Tirk ku nikarin ji ber şervanan pêşde biçin, her cûre çekên giran bikar tînin.
Bi awayekî hemwext, artêşa dagirker başûrê Rêya M4 jî topbaran kir..
Danê êvarê jî artêşa Tirk û komên çete êrişî derdora gundê Wasta kirin..
Tevî ku Rûsya xwe weke garantorê astengkirina êrişên dewleta Tirk diyar kiribû jî lê bi rojan xwe li bê dengiyê datîne..