CIVÎNA SALANE YA KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê
“HETA FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê HEBE WÊ BI HÊZA XWE HEMÛYÎ ÊRIŞÎ KURDAN BIKE”
Komîteya Navendî ya PKK’ê civîna xwe ya salane li darxistibû û encamên wê bi daxuyaniyekê eşkere kiribûn.
Ev civîna girîng a bi beşdariya 27 endaman pêk hat, hê jî di rojevê de ye.
Di encamnameyê de PKK balê dikişîne ser gefa faşîzma AKP-MHP’ê ya li dijî Kurdan.
Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo hebûna Kurd û azadiya wî ji dîrokê bibe, bi hêza xwe hemûyî êriş dike.
Û heta ev faşîzm hebe wê êrişa xwe jî bidomîne.
Têkoşîna hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê, têkoşîna herî şoreşger û demokratîk a Rojhilata Navîn û cîhanê ye.
Ji ber vê yekê divê ev têkoşîn li Kurdistan, Tirkiyê û tevahiya cîhanê bi awayekî yekgirtî bê kirin.
Komîteya Navendî ya PKK”ê ji bo vê bang li tevahî hêzên welatparêz, şoreşger, partî, rêxistin, derdorên civakî yên Kurdistanê, tevgerên jin û ciwanan kir, ku li dijî faşîzma AKP-MHP”ê têkoşîneke hevpar bikin.
Bang li tevahî hêzên çepgir, sosyalîst, şoreşger û demokrat ên Tirkiyê jî tê kirin, ku piştî hilweşandina faşîzmê rê nedin zihniyeteke mîna wê bibe desthilatdar.
PKK di encamnameyê de girîngiya hêza sêyemîn a polîtîk destnîşan dike û ji bo şoreşa Rojava van pêşniyaran dike:
Ji bo şoreşa modernîteya demokratîk a Rojava mezintir bibe, girîngiya xwe ya dîrokî heye, ku li Sûrî û Iraqê pirsgirêk bi awayekî demokratîk bên çareserkirin.
Komîteya Navendî ji bo vê yekê bang li rêveberiyên Sûrî, Iraq û Îranê dike, ku ji bo doza Kurd berê xwe bidin çareseriya demokratîk.