Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Besê Hozat: ‘Têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo buye têkoşîneke gerdûnî’

 

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
TÊKOŞÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO BÛYE TÊKOŞÎNEKE GERDÛNÎ

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat pêşketinên girîng ên di rojevê de ji ajansa Firatê ANF’ê re nirxand.

ANF’ê beşa yekem a nirxandinên Besê Hozat ku têkildarî têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bû weşand.

Besê Hozat piştî şermezarkirina komplogeran û bîranîna şehîdên di prosesa komployê de destnîşan kir ku komplo li hemberî Kurdan wekî şerekî giştî îro jî didome.

Dewleta Tirk hemû derfetên xwe ji bo serkeftina polîtîkaya qirkirinê bi kar anîn.

Çawa ku 23 sal in tu encameke nestend, bandora Rêber Apo ji xeynî Kurdistanê li herêmê û dinyayê zêdetir bû.

Têkoşîna pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bûye têkoşîneke gerdûnî.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
DIXWAZIN HÊRSA MEZIN A LI HEMBERÎ PERGALA TECRÎD Û ÊŞKENCEYÊ KÊM BIKIN

Li ser daxuyaniyên şefê rejîma faşît Erdogan ên der barê Rêber Apo de jî Besê Hozat ev nirxandin kirin:

Axaftina Erdoganê dîktator li ser navê Rêber Apo nîşan dide ku pergala tecrîdê û siyaseta wî îflas kiriye.

Jixwe HDP’ê yekser bersiva wî da û xwest deriyê Îmraliyê were vekirin.

Erdogan dixwaze dengên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kêm bike.

Besê Hozat der barê armancên şefê rejîma faşîst de jî wiha axivî:

Dixwaze bibêje em bi Ocalan re rûdinên, em rewşa wî dizanin, pirsgirêk tune.

Hesabê duyemîn jî peyamekê dide kesên ketine bendewariya çareseriyê.

Hesabê sêyemîn jî dixwaze muxalefetê ji hev parçe bike û nehêle tu hêz bên gel hev.

Erdogan vê pêngava taktîka siyasî ji bo ku mûxalefetê bera hev bide, pêk tîne.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
RÊYA KU DI ÎMRALIYÊ RE DERBAS NABE, DI AMEDÊ RE JÎ DERBAS NABE

Têkildarê daxuyaniyên serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî Besê Hozat îşaret bi rola Rêber Apo kir:

CHP rojê çil caran ji Rêber Apo re bibêje terorîst, wê nikaribe îdîa bike ku ew ê doza Kurdan çareser bike.

Rêya demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Rêya edaletê di Îmraliyê re derbas dibe.

Ji bo demokrasî, edalet û hiqûq were Tirkiyê, divê pergala tecrîdê ya Îmraliyê, were mehkûmkirin.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
KURD DIBIN QURBANÊ TÊKILIYÊN GEMARÎ YÊN BERJEWENDIYAN

Kampanyaya navnetewî ya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê jî yek ji mijarên sereke bû ku Besê Hozat nirxandin li ser wê kir.

PKK têkoşîna azadiyê ya wî gelî dide ku bi sedan sal in tê qirkirin û îro jî gefa qirkirinê li ser heye.

PKK ji bo gelê Kurd perwerdeya bi zimanê dayikê dixwaze.

Dixwaze doza Kurd li ser xwerêveberiyê bi rengekî demokratîk çareser bibe.

Dewleta Tirk a faşîst li dijî Kurdan şerê qirkirinê dimeşîne.

Bi salan e welatên endamên NATO’yê, di şerê qirkirina Kurdan de, destekê didin Tirkiyê.

PKK li dijî vê siyaseta gemar bûye çalakiya hêrsa gel a sedsalî.

Ji vî alî ve, xebatên kampanyayê yên ji bo ku PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin pir girîng in.

Divê ev xebat bi rengekî biryardar werin domandin. Wijdanê mirovahiyê bi me re ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv