Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Heqî Boltan: Israîl ji Tirkiyê destegul naxwaze 12.01.2021

 

HEQÎ BOLTAN / WELAT
ÎSRAÎL JI TIRKIYÊ DESTEGUL NAXWAZE !

Di van rojan de careke din li ser avakirina dostaniya hikûmeta tirk û Îsraîlê şîrove tên kirin. Dema mirov li ser şîroveyan dihure bi hin rastî û nerastiyan re rûbirû dimîne.

Werin em bi hev re ji bo vê li du mînakên tên servîskirin mêzekin. Yek ji mînakan servîskirina ‘pîrozkirina cejna gelê cihuye’. Tê gotin ku Serokomarê tirk Erdogan cejna cihu ya Xanuk pîroz kiriye. Divê mirov neheqiyê neke. Jixwe Erdogan her sal cejna gelê cihu ya Xanuk pîroz dikir. Lê îsal di metna pîrozbahiyê de negotine “ez cejna cihuhên li Tirkiyeyê dijîn pîroz dikim”. Ji bo ku gotiye: “Cejna gelê cihu piroz dikim” şîroveger ji vê wezîfe derdixin û dibêjin: “Erdogan bi vê rengî peyama xweşkirina dostaniyê daye Îsraîlê.”

Mînaka din jî daxuyaniya roja 25’ê kanûna 2020’î ye. Di wê daxuyaniyê de jî Erdogan dibeje: “Di qada sîxuriyê de têkiliyê me û Îsraîlê qut nîn e. Niha jî didomin. Tenê bi çend pêşengên Îsraîlê yên niha li ser textin re tengasiyên me hene. Lê em dixwazin danûstendinên heyî derxin radeyeke baştir.”

Dîplomasî û têkiliyên Îsraîlê di ser mînakên wisa de tefak û dostaniyan ava nake. Dixuye ku şîrove û analîzên di ser van mînakên sivik de tên kirin xwedî mexset in. Dixwazin bi van gotegotên sivik hin mijarên li pişt derî û dîwarên tarî tên ristin veşêrin. Bi gotineke vekirîtir dixwazin me bixapînin. Heke di siberojên nêz de ji nûve têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê geşbin xwediyê van nûçe, şîrove û analîzan dixwazin em bawer bikin û bêjin vaye geşbûna têkiliyên navbera her du aliyan de pêk hatî li ser van çend mînakan li pêş ketine.

Em hemû bi hevre baş zanin ku Îsraîl bi destegulan û bi daxuyaniyên “xoşevîst” têkiliyên xwe birêve nabe. Ev ji bo têkiliyên bi Tirkiyeyê re jî wisa ne. Lê bi kîjan têkiliyan pêkan e ku navbera Tirkiye û Îsraîlê berbihev were.

Di vê babetê de daxwazên Îsraîlê ne veşartîne. Yek ji wan dijîtiya Îranê ye. Îsraîl vê xalê ji bo xwe wek xala man û nemanê dihesibîne. Her kî pozîsyona xwe di vê çarçoveyê de çêke bi awayê stratejîk dibe “dostê” Îsraîlê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv