Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojnamevan Farûk Sakik: Erdogan bi tecrîdê tecrîd bû 12.01.2021

 

FARÛK SAKIK / RONAHÎ
ERDOGAN BI TECRÎDÊ TECRÎD BÛ

Wateya tecrîdê herî baş ji aliyê endamê rêxistina RAF’ê ve hatiye tarîfkirin. Di salên 70’yî de li Almanyayê piştî ku endamên rêxistina RAF’ê hatin girtin, demên dirêj di tecrîdê de man.Yek armanceke desthilatdaran hebû, van kesan ne bi tenê di warê fizikî de di heman demê de di warê derûnî de jî tine bikin.

Kesek ji wan girtiyan, piştî salên dirêj ku ji tecrîdê derket, di hevpeyvînek xwe de tecrîd wiha tarîf dike; “Piştî ku ez ji tecrîdê derketim, min ji însanan hin pirs dikir, lê wan bersiv nedidan min. Ji ber vê yekê ez gelek xemgîn dibûm. Lê piştî demek ku ez tedawî bûm, min dît ku min pirs di hişê xwe de kiriye, min bi ziman pirs nekiriye.”

Tecrîd ev e. Îro tiştên li Îmraliyê li hemberî Rêber Apo pêk tên jî heman tişt in. Tiştê ku ji Rêber Apo tê xwestin jibîrkirin û tinekirina ramanên wî ne. Armanca desthilatdaran ne ew e ku wî fizikî ji holê rakin. Ew li pey fikir û ramanên wî ne ku bi pêvajoya tecrîdê re tine bibin. Lê li hemberî vê yekê Rêber Apo 21 sal e têdikoşe û tecrîda wan vala derdixe.

Rêber Apo ji roja dîl hatiye girtin hetanî roja me şerek li dijî vê tecrîdê dide. Bi berxwedaneke mezin hemû pêlên tecrîdê dide sekinandin. Em nezanin li Îmraliyê çi dibe û çi diqewime. Ev nezanîn jî bi serê xwe tecrîde.

Lê dewlet, dixwaze Rêber Apo, bi şantaj û tehdîtan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Rêber Apo tu carî li gorî daxwazên wan tevnegeriya û ev jî bû sedem ku tecrîd bênavber dewam bike. Bi awayekî zelal tê xuyakirin, berdewamiya tecrîdê ya îroj tê wê wateyê ku Rêber Apo nehatî îknakirin. Li hundir nayê îknakirin ku piştgirî bide siyaseta wan a qirêj ku desthilatdariya wan mîsoger bike.

Li hemberî tecrîdê, em israra Rêber Apo ya demokrasiya Tirkiyê dibînin. Em di israra tecrîdê de israra Rêber Apo a doza Kurdistanê dibînin. Dibe li Îmraliyê, çend car lê zext hatine kirin ku mudaxeleyî Şoreşa Rojava û siyaseta HDP’ê bike. Û dîsa em dizanin mudaxeleya Rojava gelek caran bûye bazariya tecrîdê jî.

Di pêvajoya muzekereyan de dema ku Heyeta Îmraliyê di serdanek xwe de, ji Rêber Apo re behsa azadiya wî kirin, bersivek wiha dabû: “Dema ku demokrasî were Tirkiyê ez ê jî azad bibim”.

Ji bo vê yekê îro li cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînek tê dayin. Bi şikandina tecrîdê re wê demokrasî were vê axê û piştre jî wê bi vê demokrasiyê re Rêber Apo azad bibe.
Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê, AKP û Erdogan di warê siyasî de tecrîd kiriye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv