Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêlîn Cûdî: ‘Deriyên Îmraliyê wê bên şikandin’

 

DERIYÊN ÎMRALIYÊ WÊ BÊN ŞIKANDIN
HÊLÎN CÛDÎ / POLÎTÎKA AZAD

Rêberê gelekî, ev 23 sal in di bin şertê tecrîd û zexta herî giran de, li zindanê dîl tê girtin. Van hêzên komploger, ne tenê li hemberî gelê Kurd, li hemberî mirovahiyê hemûyî sûc kirine. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Îsraîl yên ku di vê komployê de aktîf cih girtine, di vê mijarê de sûcdarên sereke ne.

Ji ber berjewendiyên xwe yên aborî-siyasî yên li gel dewleta Tirk, bi gelê Kurd êşên gelekî mezin dan kişandin. Ev welat wê di wijdanê mirovahiyê de werin darizandin û mehkûmkirin.

Komplogerên navneteweyî xwestin Rêber Apo bê bandor bikin, tekoşîna gelê Kurd lawaz bikin û tesfiye bikin. Lê negihîştin ti armanca xwe. Bandora Rêber Apo hîn mezintir bû. Fikrên wî hîn bêhtir berbelav bûn.

Gelê Kurd hîn zêdetir bi Rêbertiya xwe ve hat girêdan. Êdî Rêber Apo, PKK û tekoşîna azadiya gelê Kurd, gihişt wê astê ku nikarin ji hev werin qutkirin.

Li gel komployê, Rêber Apo êdî ne tenê Rêberê gelê Kurd e, ew bû Rêberê azadî û demokrasiyê yê gelên Rojhilata Navîn. Gelê Kurd, Tevgera Azadiyê û dostên xwe, ev 23 sal in ku li dijî komployê tekoşîna herî mezin a di dîrokê de didin.

Di xeta Rêber Apo de tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd hîn zêdetir bi pêş ket. Lê dewleta Tirk û hêzên li pişt wê, dest ji êriş û komployên xwe yên li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd bernedan. Ew fermana girtinê ya bi xelat a ku li dijî 3 rêveberên PKK’ê derxistine, li hemberî Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd, komployeke nû ye.

Ji her alî ve xwedîderketina li Rêber Apo bi pêş dikeve. Têkoşîna azadiya Rêber Apo li her devera cîhanê bi pêş dikeve, fikrên Rêber Apo jî di serî de di nav jinan de, di nava gel û kedkarên cîhanê de berbelav dibin.

Rêber Apo bûye Rêberê jin, kedkar, û azadî û demokrasiyê yê tevahiya mirovahiyê, û êdî nabe ku li Îmraliyê dîlgirtî be. Azadiya fizîkî ya Rêber Apo nêz bûye. Li gel Newrozê, em ê bikevin sala 50’î ya têkoşîna Apoyî.

PKK weke pêşengê azadiyê ya nîv sedsalê, hê ji niha ve cihê xwe di nava rêxistinên herî mezin ê cîhanê de girtiye. Li erdnîgariyeke weke Rojhilata Navîn, li hemberî dewleta Tirk a qirker û dagirker, 50 salan têkoşînê hişt ku ev tevgera siyasî bibe tevgereke azadiyê ya herî bi tecrûbe ya cîhanê.

Di sala 24’an de, bi temamî têkbirina komployê û azadkirina Rêber Apo, berpirsiyariya gelê Kurd û dostên wî ya li hemberî Rêber Apo ye. Heger Rêber Apo bi me û mirovahiyê gelek tişt dabin bidestxistin, wê demê divê em jî Rêber Apo bigihînin azadiya wî û deynê xwe bidin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv