Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Selahattîn Erdem: ‘Di sala 24’an de têkbirina komployê’

 

DI SALA 24’AN DE TÊKBIRINA KOMPLOYÊ
SELAHATTÎN ERDEM / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê dikeve sala 24’an. Kurd û dostên xwe li çar parçeyên Kurdistan û cîhanê li ser piyan e. Çalakiyên li her qadê bi pêşengiya jin û ciwanan tên lidarxistin.

Weke tê zanîn êrişa komployê ya navneteweyî, 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kiribû û armanc jî tunekirina Rêber Abdullah Ocalan bû. Hêzên komploger zêdetirî çar mehan li ser vê bingehê êriş kirin û ji ber ku nekarîn ji aliyê fîzîkî ve Rêber Apo tune bikin, vê carê 15’ê Sibata 1999’an radestî dewleta Tirk kirin û xwestin Rêber Apo bê darvekirin.

Piştî ku lêgerîna darvekirinê jî hat têkbirin, vê carê bi sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê xwestin birizînin û ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve têk bibin. Gava ku polîtîkaya rizandinê jî hate têkbirin, vê carê hewl dan ku bi girankirina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê tolê hilînin.

Niha bi şêweyê tecrîda Îmraliyê ya girankirî vê êrişa tolhildanê û komployê dewam dikin. Tecrîd li tevahiya Kurdistan û Tirkiyê belav bûye û bandorê li tevahiya cîhanê dike. Bi vî rengî li dijî komploya ku êrişeke cîhanî û paşverû ye, têkoşîna demokrasî û azadiyê jî cîhanî bûye.

Planên êrişê yên komployî gelek caran hatin pûçkirin û têkbirin. Niha dor hatiye ku komplo bi temamî bê têkbirin û azadiya Rêber Apo û Kurdistanê bê misogerkirin. Armanca Kurdan û dostên wan a di sala bîst û çaran de li dijî komployê bi vî rengî ye.

Bi kurtasî di têkoşîna dijî komployê de Rêber Apo yek ji serketinên herî mezin bi dest xistiye. Niha dor dora me ye, bi şikandina tecrîd û êrişên komploger divê em serketina xwe biafirînin.

Em hêzên ku komplo kirine ji bîr nekin. Li dijî komployê bibin xwedî sekneke rast, têkoşîneke serketî. Di dema têkoşînê de dema ku hin zehmetî derket pêşiya me divê em hedefê şaş nekin. Diyar e şertê destpêkê yê têkoşîna serketî ya li dijî komployê ev e.

Şertê duyemîn jî ew e ku armancên hêzên komploger baş zanibin û ti carî ji bîr nekin. Baş e armanca komployê û hêzên komploger çi bû? Eşkereye ku îmhakirina Rêber Apo, tasfiyekirina PKK’ê û li ser vê bingehê qirkirina Kurdan bû.

Stratejiya komploya navneteweyî bi vî rengî hatibû avakirin û hêzên komploger jî li ser vê bingehê êriş kirin. Berê van êrişan hemûyan dan Rêber Apo û xwestin bi vî rengî encamê bi dest bixin. Bêguman ev êriş hemû ji aliyê Rêber Apo ve hate têkbirin. Rêber Apo daxwazên komplogeran pûç kir.

Diyar e ku komplo û hêzên komploger, bi hêviya ji wan, nayê têkbirin. Berevajî, bi analîzkirin û têkbirina zîhniyet û siyaseta komploger, bi avakirina zîhniyet û siyaseteke nû, li ser vê bingehê jî bi meşandina têkoşîneke serketî li dijî siyaset û zîhniyeta komploger, komploya navneteweyî bi temamî dikare bê têkbirin.

Wê demê divê em di dil û mejiyê xwe de hemû nîşaneyên komployê ji holê rakin, xwe bi temamî ji komployê qut bikin, li dijî wê têkoşîneke rast û bi bandor bimeşînin. Mîna berxwedêrên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” ev feraset û helwest wê me li dijî komployê bi ser bixîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv