PDK AMADEKARIYA ŞERÊ LI DIJÎ GELÊ KURD DIKE
HEDEFA WÊ HÊZA KU DIXWAZE ŞERÊ GERÎLA BIKE Û DOR LI QADÊN GERÎLA DIGIRE ÇIYE?
23’yê Nîsanê dewleta Tirk bi êrişeke berfireh dest bi tevgereke ji bo dagirkirina Zap, Avaşîn û Metîna kir.
Ji wê rojê ve, li dehan qadên van herêman gerîla bi şerekî canbexşane nahêle artêşa dagirker bipêşkeve û bigihe armancên xwe.
Jixwe di encama vê berxwedanê de serê meha Hezîranê artêşa dagirker ji 3 deverên herêma Avaşînê vekişiyabû.
Di wî wextî de ku berxwedana gerîla encam bi dest dixist, 5’ê Hezîranê hewldaneke ne ji xêra Kurdan re ji aliyê PDK’ê ve pêk hat.
Tevî sedan wesaîtê, PDK’ê hêzên xwe veguhestin Metînayê.
Jixwe hema piştî vê tevgera PDK’ê, artêşa dewleta Tirk a dagirker jî di serî de li Avaşînê, êrişên xwe li ser qadên Zap û Metîna zêde kirin.
Bi vê yekê eşkere dibû, ku êrişeke koordînekirî li dijî qadên gerîla pêk tê.
Li hemberî vê tevgera PDK’ê di serî de xelkê Behdînanê, tevahiya Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da.
Ê naxwe, heke ev hêz ne ji zarok û kesên malbatên welatparêz ên Behdînanê bin, ji kû ne û kî ne?
Weke hêza Zêrevanî û hêza Gulan tên binavkirin.
Her du hêz jî bêyî erêkirina pêkhateyên din ên hukûmeta Kurdistanê bi ser Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê ve ne.
Her endamekî wan ji 500 heta 2 hezar dolarî mûçe-meaş werdigre.
Di nava van hêzan de ew hêza noker a bi navê Roj jî heye.
Heta niha zêdetirî 200 endamên vê hêzê xwe rizgar kirine, spartine Rojavayê Kurdistanê.
Piraniya wan beşdarî nava refên QSD’ê bûne.
Belê we şaş nebihîst, ne kesek û du kes, zêdetirî 200 kes ketine ferqa nokerî û xiyaneta vê hêzê, li gel û rastiya xwe vegeriyane.
8 Kurdên bi xwe hesiyayî û li rûmeta xwe vegeriyayî derheqê van hêzan de diaxivin:
Ednan Elî Çelebî
Îsmaîl Abdurrahman
Salar Mihemed Îsmaîl
Cîhad Şemseddîn Hecî
Mihenet Mircan
Ehmed Ehmed
Aldar Omer Şiblî
Cangîr Ehmed Tahir