ŞANDEYA ÎNÎSIYATÎFA PARASTINA KURDISTANÊ
SERDANA OFÎSA PARLEMENTOYA IRAQÊ YA LI SILÊMANÎ KIR
Li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê serdanên xwe didomîne.
Şande çû serdana Ofîsa Parlementoya Iraqê ya Silêmaniyê.
Piştî hevdîtinê Dr. Bextiyar Şaweys axivî û diyakir ku ew piştgiriya hemû hewildanên ji bo pêkhatina aşitiyê dikin.
Balkêş bû ku Parlementerê PDK’ê Dana Ceza jî, êrîşên dewleta Tirk şermezar kir.
Serokê Koma Yekgirtûya Îslamî li Parlementoya Iraqê Dr. Musena Emîn jî li wir wiha axivî.
RÊVEBERA POLÎTBORUYA YNK’Ê ŞANAZ ÎBRAHÎM:
NABE PÊŞMERGE BIBIN BEŞEK JI ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER
Şande pişre jî çû serdana Rêvebera Polîtboruya YNK Şanaz Îbrahîm Ehmed.
Şanaz Îbrahîm Ehmed piştî civînê axivî û diyar kir ku ew ê bi ti awayî tevlî şerê Kurd bi kurd re nebin.
Rêvebera YNK bal kişand ser dagirkirina başûrê Kurdistanê jî.
Serdanên şandeya Înîsiyatîfa Kurdistanê berdewam dikin.