Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HDP: 100 Hezar girtî bi mirinê re rû bi rû ne

 

Parlementerên HDP’ê diyar kirin ku desthilatdariya AKP”ê  jiyana 200 hezar mirovî xistiye nava metirsiyeke mezin.

Li Meclîsa Tirk ev zêdetirî hefteyekêyê ku nîqaşên li ser qanûna înfazê tên kirin.

Heta niha 55 xalên qanûna înfazê hatine erêkirin û li ser 15 xalên din jî nîqaş dewam dikin.

Parlementerên HDP’ê têkildarî qanûna înfazê li pêşiya meclîsa Tirk civîna çapemeniyê pêk anîn.

Parlementeran diyar kirin ku vê desthilatdariyê jiyana 200 hezar mirovî xistiye nava metirsiyeke mezin.

Û xwestin tevahiya girtiyên siyasî yên ji ber fikr û ramanên xwe hatine girtin werin berdan.

Li Meclîsa Tirk beşa duyemîn a hevdîtinên sererastkirina qanûna înfazê qediya.

Di hevdîtinan de ji bilî xalên 32, 46 û 48’an, xalên din hemû beyî ku werin guhertin hatin qebûlkirin.

Pêşniyarên ji bo guhertinê yên HDP, CHP û İYİ Partiyê bi dengen AKP-MHP’ê hatin redkirin.

Heta niha 55 xalên qanûna înfazê hatin erêkirin û li ser 15 xalên din jî nîqaş dewam dikin.

Cîgira Seroka Koma HDP’ê ya Meral Daniş Beştaş têkildarî qanûna înfazê li pêşiya meclîsa Tirk civîna çapemeniyê pêk anî.

Beştaş bi bîr xist ku qanûna înfazê ji bo vîrusa corona hatiye amadekirin, lê di nava 70 xalî de tenê xalek têkildarî korona ye.

Beştaş anî ziman ku ev desthilatdarî ji aliyekî ve bi lez û bez hewl didin 90 hezar mirovên girtî berdin, li aliyê din jî jiyana 200 hezar mirovî dixin nava metirsiyeke mezin.

Parlementera HDP’ê ragihand ku desthilatdarî bi cihêkariyeke mezin girtiyan ji nava lepên mirinê re berdide û wiha got;

Meseleyeke ku bi xalekê dikare bê çareserkirin bi hefteyan em nîqaş dikin. Yên ku bûne sedema mirinê û birîndarkirinê tên berdan, lê belê rojnamevan nayên berdan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv