Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Girtiyên siyasî bi nexweşiya Virûsa Koronayê dikevin

 

VÎRUS LI ZINDANAN BI LEZ BELAV DIBE
Rêjîma faşîst a AKP-MHPê li aliyekîi zindan vîrusê belav dike.

Li aliyekî hejmara girtiyên mirî eşkere dike û di ser de jî dibêje, rewş di bin kontrolê de ye.

Rêjîma faşîst a AKP-MHPê eşkere kir ku 3 girtiyan ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane û 17 girtî jî bi vîrusê ketine.

Malbatên girtiyan jî dibêjin, heke girtiyên siyasî neyên berdan wê bi komkujiyeke mezin re rû bi rû bimînin.

Rêjîma faşîst a AKP-MHPê li zindanan vîrusa korona belav kir û niha jî agahiya mirina girtiyan radigihîne.

Wezîrê Edaletê yê rêjîma faşîst, Abdulhamît Gul bi daxuyaniyekê diyar kir, ku 17 girtî li 5 girtîgehên vekirî bi nexweşiyê ketine û 3 girtiyan jî jiyana xwe ji dest dane.

Mîna ku henekên xwe bi girtiyan û malbatên wan bike got, rewşa li zindanan di bin kontrolê de ye.

Agahiyeke din a belavbûna vê vîrusa kujer jî ji zindana Xarpêtê Hejmar 2 hat.

Li gorî agahiyan, girtiyekî bi malbata xwe re axivî ye gotiye, girtiyek bi vîrusa korona ketiye.

Rêveberiya zindanê ji vê rewşê girtî agahdar nekirine û ti tedbîr negirtiye.

Ji ber vê yekê malbat ji rewşa zarokên xwe yên li zindana Xarpêtê bi fikar in.

Malbatan xwest, tavilê girtiyên siyasî werin berdan.

LI CIHEKÎ VÎRUSA CORONA, LI CIHEKÎ VÎRUSA FAŞÎZMÊ. LI ZINDANA WANÊ TÎPA T DÎSA ÊŞKENCE LI GIRTIYAN HAT KIRIN

Li zindanên dewleta Tirk a dagirker, hem vîrusa korona belav dibe û hem jî ji mêj ve vîrusa faşîzma dewleta Tirk heye.

Ji zindana Wanê Tîpa T dîsa agahiya êşkenceyê hat.

Girtiyê bi navê Bariş Karaca bi malbata xwe re axivî û ev agahî dan:

5’ê Nîsanê esker û gardiyanan xwestin bi pêkanînên kêfî, hejmartina li ser piyan ferz bikin.

Ez û hevalên xwe, bi giştî 20 girtî li hemberî vê yekê rabûn.

Hêzên dewleta Tirk li ser vê yekê êşkence li me kirin û ez û 3 hevalên min avêtin hucreyên yek kesî.

Nameyan nadin me, pirtûk ji me standin û venegerandin, qoxuşa me guhertin û li wir televîzyon nîne.

Malbatên girtiyên siyasî jî ji ber vê rewşa, ku li zindanan vîrus tê belavkirin fikarên xwe anîn ziman.

Hevjînê Songul Îldirim a li zindana Bakirkoy a jinan, Şerafettîn Îldirim got, hevjîna min nexweş e û tedbîrek tenê jî li dijî vîrusê li zindanê nehatiye girtin.

Mizgîn Çîçek a 25 salî ji 2017’an ve û birayê wê Ugur Çîçek jî ji 2012’an ve girtî ne.

Bavê wan, Mirzeydîn Çîçek fikarên xwe ji ber rewşa her du zarokên xwe anîn ziman û got, hukûmet tenê alîgirên xwe berdide.

Em weke malbat edaletê dixwazin.

Divê tavilê zindan hemû werin valavkirin.

DI 20 ROJAN DE 7 CARAN RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ, LÊ DÎSA JÎ NAYÊ BERDAN
https://www.mezopotamyaajansi.com/tum-haberler/content/view/92945
Girtiyê nexweş Sabrî Kaya jî di nava 20 rojan de 7 caran rakirin nexweşxaneyê.

Sabrî Kaya niha li nexweşxaneya Osmaniyê di beşa lezgîn de tê ragirtin.
13-04-2020-ada-agir-hasta-tutuklu-sabri-kaya-ailesi-rop
Keça wî Dîlan Kaya got, rewşa bavê min giran e û li kezebên wî av kom bûye. Divê tavilê were berdan.

Berdevkê Komîsyona Zindanan a ÎHDê Îlhan Öngör jî got, ne mumkûn e Sabrî Kaya êdî li zindanê bimîne.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv