Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hatîp Dîcle: Li Tirkiyê mafya bûye dewlet

 

SÊGOŞEYA DEWLET, SIYASET Û MAFYAYÊ
HATÎP DÎCLE: LI TIRKIYÊ MAFYA BÛYE DEWLET

Siyasetmedarê bi tecrûbe Hatîp Dîcle li ser îtîrafên ji serkêşên mafyaya Tirk Sedat Peker ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî.

Dîcle îtîrafên Sedat Peker wekî encama şerê nav dewletê dinirxîne û wiha dibêje: Çetebûnî di dîroka dewleta Tirk de heye. Helbet bi tecrubeya me ya salên 90’î jî zanin. Şopa wê heta Îtîhat-Terakî û Teşklîat î Mahsûsa dirêj dibe. Jixwe di vîdeoayên Sedat Peker de jî sembolên wan hene…

SÊGOŞEYA DEWLET, SIYASET Û MAFYA
HATÎP DÎCLE: ERDOGAN 2015’AN BI ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN, RIYA MAFYAYÊ VEKIR

Dîcle têkiliyên siyaset, dewlet û mafya ya bi qezaya Susurluk a 1996’an derketibû holê bi bîr xist û got:

Wê çaxê baskekî dewletê mudaxele kir. Bi qezayê têkiliyên dewlet û mafya raxistin ber çavan. Lê heta dawî nebirin. Dest nedan Mehmet Agar. Eger dest bidana wê, îro sêgoşeya dewlet, siyaset û mafya wê çênebûya.

Hatîp Dîcle têkiliya niha ya dewlet, siyaset û mafya jî, encama siyaseta şerê li dijî Kurdan nirxand û got:

Erdogan bi îlana şerê piralî yê li dijî Kurdan ê 2015’an riya mafyayê vekir. Di wê çarçoveyê de mirovê Mehmet Agar Suleyman Soylu kir wezîrê karên hundur. Kadroyên girîng ên Agar ên salên 90’î li cihên girîng ên dewletê bi cih kirin.

SÊGOŞEYA DEWLET, SIYASET Û MAFYA
HATÎP DÎCLE: ÎŞARET HENE, ERDOGAN TESLÎMÎ SIYASETA AMERÎKAYÊ BIBE

Hatîp Dîcle nêrînên wekî dewlet hertim mafyayê bi kar tîne jî rexne kirin û got: Na li vir dewlet mafyayê bikar nayne. Ji ber ku niha êdî Dewlet bûye mafya, mafya jî bûye dewlet.

Dîcle tevgera dagirkeriya Tirk a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî wekî erêkirina Amerîkayê nirxand û got:

Amerîka hewl dide Erdogan teslîm bigire. Jixwe cemeda di navbera Emerîka û Rûsya de dihele. Erdogan jî vê dibîne. Îşaret hene Erdogan dîsa biçe ser xeta Amerîkayê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv