ÇALAKIYÊN GERÎLA YÊN HEWAYÎ
DI ROJEVA QADA NAVNETEWÎ DE NE
Dewleta Tirk, çalakiya hewayî ya gerîlayên HPG’ê pêşî xwest bê qîmet bike û mîna qet zirar nedabe balefirgehên Amed û Batmanê nûçe servîs kir.
Piştî çalakiyê bi çend rojan bi girtina balafirgeha Amedê ji bo mehekê li zirara û ziyana li balafirgehê bûyî mikur hat.
Vê çalakiya Gerîlayan di qada navnetewî de jî deng veda.
Rêveberê Lêkolînê li Înstîtuya Siyaseta Derve ya DYE´yê Aaron Stein bal kişand ser vê çalakiya gerîlayan.
Aaron Stein dibêje: “Ev mijarek pirr girînge.”
Li vir ew balê dikişîne ser erzanbûna van sîlehan û dibêje bi van çekan baregehên mezin ên weke balefirgehên sereke dikarin bên xitimandin.
Li gorî lêkolîner, ya girîng ew e ku gerîlayên Kurdistanê karibin li her derî van çalakiyan li dar bixin.
Analîzkerê Stratforê ê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê li RANE´yê, Ryan Bohl jî balê dikşîne ser mijarê û dibêje, ev êrişên ji hewayê yên li dijî artêşa dewleta Tirk êdî wê bibin yên hercarî.