Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Îke: Divê gelê Kurd hestiyar be 11.11.2020

 

DIVÊ GELÊ KURD HESTIYAR BE
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Nûçe têne weşandin û tê gotin, PDK hêz û cebilxaneyê dişîne qadên gerîla. Şandina hêzeke bi vî awayî ji bo gava pêşî ya provokatîf e. Girtina dora gerîla, girtina rêyên gerîlayan heta niha dikarîbû şerekî jî bide destpêkirin. Heke heta îro şerek neqewimîbe, ev ji ber hestyarî û berpirsiyariya gelê kurd û raya giştî ye. Ji ber ku gerîla ji bo gel xwe berpirsyar dibîne şerekî rû nedaye. Lê hem talûke hem jî rageşî dewam dike. Seba vê, lazim e ku hestiyariya hem gelê kurd hem jî raya giştî der barê mijarê de di asta herî jor de be.

Bi qinaeta raya giştî ya kurdî PDK ji ber êrişa dewleta tirk a li dijî PKK’ê gaveke wisa avêtiye. Her kurdek baş dizane ku dewleta tirk dixwaze PDK’ê bi PKK’ê bide şerkirin. Heke şerek biqewime wê ev were wê maneyê, daxwaza dewleta tirk bi cih tînin. Daxwaza gelê kurd ew e, rewşeke bi vî awayî neqewime. Gelo wê daxwaza gelê kurd yan jî daxwaza dewleta tirk bi cih were, em ê di demeke kin de bibînin.

Sûriye, Iraq û Îranê dayne aliyekî dewleta tirk jî îro roj gelekî qels bûye. Derfetên ku gelê kurd qezenc bike zêde bûne. Heke hêzên siyasî yên kurdî hev qels nekin wê kurdên li tevahî beşên welêt azad bibin. Wê hem destketiyên li Başûrê welat hem jî li Rojavayê welat mîsoger bibin. Divê em ji bîr nekin ku heta kurd li Bakurê welat negihîjin azadiya xwe û jiyaneke demokratîk, li ti beşên Kurdistanê ti destketî mîsoger nabin.

Dewleta tirk a ku sond xwariya koka kurdan biqelîne çi dema ku firsendê bi dest dixe ji bo jiholêrakirina destketiyên kurdan êriş dike. Dewleta tirk a qirrker ku îro Rojava xistiye hedefa xwe wê sibê îcar êrişî başûrê Kurdistanê bike. Ti kurdek nikare ji vê yekê re bibêje; ne wisa ye. Heke bibêje; na ne wisa ye, ev nêzîkatî wê were wateya nenaskirina dijminên gelê kurd. Piştî referandûma 2017’an ku PDK’ê çêkir, çi bû çi nebû, me ji bîr nekiriye. Destketiyên girîng ên Başûrê Kurdistanê hatin bibinxistin.

Her destketiyeke li beşên Kurdistanê hem têkoşîn û hem jî destketiyên li 4 beşên welat xurt û zexim dike. Di serî de jî têkoşîn û berxwedana gelê me yê Bakurê Kurdistanê hêzê dide kurdistaniyan hemûyan.

Hem vê derfeta dîrokî hem jî têkiliya PDK’ê bi dewleta tirk re bi xwe re di nava kurdan de dibe sedema rageşî û pirsgirêkan. Ji ber vê jî divê gelê kurd û raya giştî bi hestiyarî tevbigere. Divê gelê kurd û raya giştî ya kurdan vê derfeta dîrokî bibînin û kîjan partî dibe bila bibe nehêlin ku ev derfet werin berhewakirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv