Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nivîskar Ahmet Aktaş: Rêberî ciddiyetê dixwaze 11.11.2020

 

AHMET AKTAŞ / RONAHÎ
RÊBERÎ CIDDIYETÊ DIXWAZE

Li welatê me bi navê rêberiyê hinek kes derketine, lê mixabin ka rêberê welat in, ên herêmekê ne, yên eşîr an malbatekê ne baş ne zelal e! Em yekser bêjin, me hêviyek mezin ji Mesûd Berzanî dikir ku bi ciddiyeta navê lê hatiye kirin tevbigere. Lê mixabin bi vê erkê xwe ranebû. Xwedêgiravî gotibû “heta ez sax bim ez nahêlim kurd hev bikujin”. Va ye şerê navxweyî li ber derê mala wî ye û heta demekê bêdeng sekinî. Wey xwezî hema bêdeng maba baştir bû. Ji ber ku dengekî xerab derxist; yekser li gel siyaseta Kurdkuj a dagirker û faşist R.Erdogan cih girt. Şûna wî dagirkerî û xwînxwarî gunehbar bike û bêje “ji welatê me derkeve”, berovajî, Gerîllayên PKK’ê gunehkar kir û got bila ew ji welatê me derkevin!
Li gel vêna gotinek wî ya din balkêş bû, “PKK ne ciddî ne û niyeta me ya baş, bi xerabî bi kartîne û hwd.” De ka em bala xwe bidinê, gelo ew ne ciddî ye an PKK? Ma gelo, yê li ser çarçova peymana li Şamê hat mohrkirin û heta di van salên 1982-3-4-5’an de, li pey meşiya û paşê gav bi gav dûrî naveroka vê peymanê ket kî ye? Li vira kî cidî ye û xwedî niyeta baş an xerabe ew ê zelal were xuyakirin. Di vê peyama bi îmzeya Serokê PDK-I’ê Mesud Berzanî û Sekreterê Giştî yê PKK’ê Abdullah Ocalan hate ragihandin de, çi hatibû nivîsandin?

Ev peyman, despêka wê di sala 1982 de ji aliyê Îdrîs Berzanî û Abdullah Ocalan ve hate pejirandin û piştî wê bi salêkê Mesûd diçe îmze dike. Yek du xalên vê peymanê naveroka wê bi cewherî dide nîşandan û ji bo çareseriyê ronahiyê dide pirsgirêkên îro jî.

Hemû bi hevre 11 xal in. Ka îcar em bala xwe bidin hilwest, têkilî û tifaqên PDK-I’ê, gelo çendîn li gorî van xalên peymanê ye? Êdî careke din bila Mesûd Berzanî bala xwe bide vê naverokê û îmzeya xwe û destê xwe deyne ser ûjdanê xwe! Çi îmze kirine li gel Rêberê PKK û nuha li dijî PKK’ê li gel neyarê Kurdistanê çawa radiweste? Biryar a gelê me ye. Ez bi xwe jî, şahidên van danstnadinên hêja bûm. Ez nuha jî li gel wan xalên hêja me, yên ne li gel in, hêvîdar im careke din li xwe vegerin!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv