Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: PDK bibihîse

 

PDK BIBIHÎSE
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Desthilata AKPʼê niha polîtîkaya piştî 1925’an li dijî Kurdan pêk hatî, roja îro pêk tîne ku armanca vê polîtîkayê qirkirina Kurdan e. Her wiha mîna di dîrokê de bûyî, polîtîkaya Kurdan bi Kurdan bide şerkirin dimeşîne. Niha berê PDK’ê didin ser PKK’ê. Bi vê yekê dixwazin derba dawî li Kurdan bidin. Pir bi êş e û pir heyfe ku desthilata PDK’ê jî dibe amûrê vê polîtîkayê. Dema vê dike jî îftrayên ne karê aqilan li PKK û gerîlayan dike. Ya rast niha gelê Kurd û raya giştî ya Kurd vê rastiyê dibînin. Dixwazin desthilata PDK’ê nebe amûra polîtîkayên tirkiyê. Lê rayedarên PDKʼê û ragihandina wê heta niha li dijî dewleta Tirk helwêst nîşan nedane, tevî vê jî misêwa PKK’ê sucdar dikin.

Ya pir pir giring ew e, têkoşîna Kurdan ya hebûnê niha ketiye metirsiyê. An dê li dijî dagirkirina dewleta Tirk helwêstê nîşan bidin, an jî dê bi bêhelwêstiya li dijî rewşa xefletê ya PDK’ê, stûyê xwe ji bo kêra qirkirinê dirêj bikin. Niha dema helwêstgirtina li dijî dewleta Tirk û bihêzkirina têkoşîna li dijî êrişa ye. Ji ber çavkaniya pirsgirêkên Kurdan hemû polîtîkaya dewleta Tirk ya înkar û perçiqandinê ye. Heke Kurd li hemberî van polîtîkayan rawestin, dikarin hebûn û paşeroja xwe ya azad biparêzin û mîsoger bikin. Divê Kurd hemû li dijî dewleta Tirk bikevin nava vê helwêstê; dest ji polîtîkaya şer û perçiqandina Kurdan berde, çareseriya demokratîk pêş bixe. Li gel vê ji bo hêzên navnetewî jî li hemberî dewleta Tirk vê helwêstê nîşan bidin, divê Kurd di nava hewldanan de bin. Niha li dijî Tirkiyê ji derveyî vê helwêstê, her nêzîkatî wê rê li ber polîtîkayên qirkirinê veke. Ji bo rawestandina vê polîtîkaya Tirkiyê li aliyekî li ser bingehê yekîtiya Kurdan berxwedana li dijî dagirkeriyê divê pêk were, li aliyê din divê PDK ji rewşa xizmeta dagirkeriya dewleta Tirk dike derkeve û vegere ser xeta neteweyî.

Eşkere ye; desthilata li ser çend bajaran û gehiştina hin derfetên aborî çavên hin desthilatdarên PDK’ê tarî kiriye. Rastiyan berevajî dibînin. Rêber Apo ji bo vê rewşa di nava PKK’ê de jî digot nexweşiya desthilata pêşwext. Ji ber PDK peywendiya Tirkiyê ya aborî û siyasî rast fêm nake, di nava xefletê de ye. Desthilata PDK’ê bi hin derfetên bidestxistî pêşbîn nîne; hesabê sibê nake; lewma nikare dost û dijminan ji hev derxe, paşerojê şêlû dibîne. Têkoşîna PKK û gerîla ew e, li Bakurê Kurdistanê pirsgirêka Kurd çareser bike, azadiya hemû beşên Kurdistanê mîsoger bike. Ji vî alî de têkoşîna li Bakur têkoşîna 4 beşên Kurdistanê ye. Fêmnekirina vê, fêmnekirina rastiya Kurd û dijminên Kurda ye. Tirkiye di dijminatiya Kurdan de serkêş e. Ne tenê Bakurê kurdistanê, her wiha Başûrê Krudistanê û Rojava jî wekî qada xwe ya desthilatê dibîne. Di dema Osmaniyan de bi vî rengî dijminahiyek wiha zelal ya Kurd û polîtîkayek ya qirkirinê tine bû. Armanca dewleta Tirk ji nîvê sedsala 19’an ve ew e, Kurdan bi zêhniyeta milletperest qir bike. Dixwaze Kurdistan bibe qada berfirehbûna milletperestiya Tirk. Niha polîtîkaya li Başûr, Bakur û Rojava pêk tîne, ev e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv