Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: Karayilan lava û rica dike!

 

FARÛK SAKIK / RONAHÎ
KARAYILAN LAVA Û RICA DIKE !

10’ê Hezîranê me di Stêrk Tv de li Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan guhdar û temaşe kir. Ji bo ku di navbera kurdan de şer neqewime, bi kelecanekê lava û rica dikir û digot: “Em ji şer natirsin, em ji şerê navxweyî ditirsin”

Herkes ji vê yekê ditirse. Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2015’an ve ji bo vî şerî bide destpêkirin bê sekin fîtne û fesadiyan dike.

Ji bo vê yekê jî ji PDK’ê alîkarî xwest. Bi Zînî Wertê destpêkirin. PDK hin baregehên nû ava dikir, li ser baregehan ala PDK’ê berz dibû, lê di avahiyan de jî esker, îstixbarat û çeteyên Tirk hebûn.

Di van qereqolan de amadekariya êrişên mezin dikirin. Dema ku artêşa tirk dest bi êrişan bikira wan jî ji vê derê wê taqviye bida wan.

Dema ku di 24’ê Nîsanê de êrişên li ser Avaşîn, Zap û Metîna dane destpêkirin, ew ji xwe bawer bûn ku wê di demek kurt de encam bigirin.

Nebû.. gerîlayên Kurdistanê bi lehengiyek mezin bersiv dida. Artêşa Tirk, nedixwest wek Garê bi têkçûnê vegere mala xwe. Ji bo vê yekê jî li rê û rêbazekê digeriya.

Biryar dan û xwestin gerîlla û PKK’ê di nav civaka kurdan de wek kujerên hêzên PDK’ê nîşa nbidin.

Di 5’ê Heziranê de sewqiyata hêzên girêdayî PDK’ê ku li hawara dewleta Tirk diçûn, li herema Metînin rastî teqînekê hatin. 5 hêzên PDK’ê jiyana xwe ji dest dan.

Dewleta Tirk a dagirker bi bombekirina konvoyê û bi kuştina 5 hêzên PDK’yî wê şerê kurd û kurdan bida destpêkirin.

Li asîmanên Başûrê Kurdistanê niha mijek tarî heye. Ev jî bi xwe re metirsiyek tîne.

Gelek kurdên ji şerê xiyaneta salên berê re şahidî kirine û ji wê demê ders girtine, hewl didin ku dîrok xwe dubare neke. Lê mîkrofonên wan yên axaftinê di studyoyên Televizyonan de têne qûtkirin.

Dîsa herkes di bang û di daxuyaniyên xwe de behsa bila şerê kurd û kurdan destpêneke dikin. Bang qîm nake…

Dive ew PDK ya dibin bandora rejima Tirk de mayî were îknakirin. Me di gotin û di çavên Karayilan de ew ji dilî dît. Lê dive ev ji dilî yek alî nebe. An jî ev jidilî, divê hêzek û enerjiyek wisa bide me, em bikaribin PDK’ê îkna bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv