Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Newrozê paşeroj diyar kiriye 23.03.2021

 

NEWROZÊ PAŞEROJ DIYAR KIRIYE
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Her Newroz têkoşîna siyasî ya Kurdan a salê diyar dike. Heta Newroz rê li demeke nû vedike, paşerojê ronî dikin û berê wê diyar dikin. Newroza 2021’an jî bû Newrozek wiha. Li dîrok û têkoşîna Newrozê rehend û aliyên nû zêde kir. Netewebûna Kurd jî bi nirxên nû xwe rapêça. Dinyayê hemûyî careke din rastiya gelê Kurd dît; hem jî bi xweşikbûn û delaliyên wê yên nû. Bala xwe bidinê, Newroz ne tenê bû serhildana li dijî dijminên Kurdan. Cara yekê li çar beşên Kurdistanê bi rengekî bi heybet û mezin Newroz hat pîrozkirin. Hêza Newrozê ya yekkirinê bi bandor xuya bû. Newroz her salê dibe ew sînerjiya bi bandor ya hêza Kurdan mezin dike. Îsal jî her wiha bû.

Tifaqa faşîst AKP-MHP li ser Kurdan polîtîkayên qirkirinê pêk tîne. Zext, zilm û zora vê desthilatê ewqas zêde bûye ku, difikire dê bi vê zilmê bigehe encamê. Hesabê wê ew e, pîlana rûxandin û têkbirinê ya 2014’an amade kirîn, pêk bînin û bigehînin encamê. Di rastiyê de ya ku jê re dibêjin armanca 2023’an ev e. Desthilata AKP-MHP, wisa bawer dike dê têkoşîna azadiyê ya Kurdan biperçiqîne, hemû reng û baweriyan ji holê rake û Tirkiyeya dixwazin ava bikin. Ev êrişên har û hovane ji ber vê ne. Hêzên demokrasiyê hemû ji ber vê yekê xistine bin zexteke giran. Ji ber vê sebebê dixwazin HDP’ê jî bigirin.

Desthilata AKP-MHP ya xwediyê van hesaban, careke din di Newrozê de li vîna Kurdan û hêzên demokrasiyê qelibî. Newroza 2021’an sekin û vînek daniye holê ku nîşan dide pîlana rûxandinê wê were têkbirin û binxistin. Gel li dijî vê desthilatê hêrsa xwe bi teqîna Newrozê raxistiye ber çavan. Di her qadê de bi wêrekî, bê tirs xwe nîşan daye. Nav li dijminên xwe daye û ew li ber vê heqîqetî vexwendine meydanê. Ew daxwaz û vîna têkoşînê ya jin, ciwan û mêran, li qadan bûye bayê Newrozê. Her Kurd û demokratê ev dîmen dîtî, hêzeke mezin girtiye, hêvî û baweriya ji bo paşerojê mezintir kiriye.

Agahîwernegirtina der barê tenduristiya Rêber Apo de li cem ciwanên Kurd bûye sedema hêrseke mezin. Ji ber vê li her qadê slogana Bijî Rêber Apo berz bûye. Her wiha êrişên li dijî HDPʼê û pêngava girtinê jî di Newrozê de ji aliyê gelê Kurd û gelan ve bi reaksyoneke mezin hatiye pêşwazîkirin. Ji ber vê sebebê li dijî hemû êriş û hewldanên faşîzmê qadên Newrozê bûne bersiv. Qadên Newrozê eşkere gotiye yên têk biçin û birûxin hûn in.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv