Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: Newroz û Mazlûm Dogan 23.03.2021

 

FARÛK SAKIK / RONAHÎ
NEWROZ Û MAZLÛM DOGAN

Agirê Newrozê yê B.Z. di 612’an de ji aliyê Kawayê Hesinkar ve piştî têkbirina Dehaqê zalim vêket, bi hezaran sal e her tim wek cejna berxwedanê ya gelê kurd tê pîrozkirin.

Her sal 21ê Adarê roja Newrozê wek rojek şahî dihat pîrozkirin. Newroz wê demê şahiyek li dora agir bi reqs û govend bû. Aliyê Newrozê yê serhildanê nedihat zanîn. Bi tenê digotin, di dîrokê de vê rojê kurdan bi pêşengtiya Kawayê Hesinkar, li dijî zilimkar Dehaq serî hildaye.

Bi Mazlum Dogan re ev pîrozbahî û wateya vê rojê hat guhertin.

Ronahiya agirê Mazlûm Dogan ne bitenê zîndan ronî kir, di heman demê de qedera Kurdan ya reş jî bi xwe re ronî kir.

Ji wê demê ve kurd her sal bi şîarekê Newrozê pîroz dikin. Di Newrozan de gava yekemîn a têkoşîna wê salê tê avêtin. Her sal bi şîarekê tê pîroz kirin.

Dewletên dagirker ji bo Newroza ku Mazlûm Dogan wateya wî ya aliyê berxwedan û têkoşînê destnîşan kiriye, bêwate bikin û wek rojek şahiyê nîşan bidin, çi ji dest wan tê pêk tînin. Lê dîsa jî bi sernakevin.

Di Newroza sala 2021’ê de li pêşiya kurdan pêngavek heye; biryara ‘dem dema azadiyê ye’ dane. Berî Newrozê dema ku hîn di merheleya amadekariyan de bûn, ji her beşên jiyanê û têkoşînê biryara tevlîbûna vê pêngavê hebû.

Gerîlayên azadiya Kurdistan jî bi serkeftina Garê tevlî vê pêngavê bûbûn û îşaretên xwe yên azadiyê dabûn. Ji çiyayê Garê ku yekem car agirê Newrozê li dijî zilimkar Dehaqê ku li Nînova bû hatibû pêxistin, îro heman agir, ji heman çiyayî li Garê li dijî qesra dehaqek nû Erdoganê li Enqerê hatî vêxistin.

Di nav civaka kurdan de li dijî dagirkeriyê biryara azadiyê hatibû dayîn. Ji her deverî kurd tevlî vê pêngavê bûn û di roja Newrozê de jî gava yekemîn a encam girtinê dane destpêkirin.

Di vê pêngavê de armanca yekem û esasî azadiya Rêber Ocalan bû ku amadekariyên pêngavê, bi Kurdistan sînorkirî neman li gelek deverên cîhanê belav bû. Di newrozê de li cîhanê ji bo dawî anîna tecrîdê û pêkanîna azadiya Rêber Apo di Newrozê de gava encam girtinê hat avêtin.

Li zîndanan ev demeke çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin. Ev çalakî her wek amadekariya encam girtinê bû. Lê gava encam girtinê roja Newrozê li zindanan bi rihê çalakiya Mazlûm Dogan a ‘Berxwedan Jiyane’ destpêkirî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv