Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Lanetê li sîxuriyê bînin 18.11.2020

 

LANETÊ LI SÎXURIYÊ BÎNIN
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Armanca berbelavkirina fuhuş û maddeyên hişbir li Kurdistanê çi be, armanca sîxurkirinê jî eynî ye. Heke kesek bû sîxur, hûn dikarin her tiştî pê bidin kirin. Mirovê ku li dijî gelê xwe, cîranê xwe, gundî û hevalê xwe her xirabiyê bike, ti nirxê biparêze namîne. Di vî mirovî de ti nirx û qîmetê zarok, hevjîn, xwişk û birayan jî li cem namîne. Ya rast vî mirovî ew nirx hemû firotine. Ji ber ku ti nirx û rûmet namîne, ti wateya peywendiya li gel hevjîn, zarok, xwişk-bira û xizman jî namîne. Di nava bê rûmetî, bê nirxî û bê watetiyê de wekî kelemperê li ber bayê ketî, ji vî alî diçe wî alî. Ew êdî roboteke ku ji aliyê hinekan ve tê rêvebirin. Belkî robot bê guneh bin, lê yê sîxur qirêj û gemar e, bê rû ye, kes lê nanêre.

Di dinyayê de ji bo mirovekî cezayê herî mezin ew e, li dijî civaka jê hatî sûc û guneh bike. Qelsiya ajanî dibînin, li hemberî wî wekî şantaj bi kar tînin. Dema kes dibe sîxur jî, êdî dikeve nava pergaleke ceza û îşkenceyê ya deh qatê wê şantaj û gefa lê hatî kirin. Êdî pir zor e ku ji vê herrî û çirava ketiyê derkeve. Tenê her roja din, sucên mezintir dike û zêdetir di wê çiravê de diçikile.

Li dijî sîxurkirinê tedbîr û têkoşîna herî mezin ew e, di nava civakê de wekî rewşa herî piçûkketî were fêmkirin û dîtin. Di vê ev têgehiştin di nava civakê de bi cih bibe. Divê civak sîxuriyê ewqas lanet bike, her endamê civakê vê rewşê mîna karê herî xirab yê dinyayê bibîne, ku ti kes tiştek wiha qet nefikire. Divê civak sîxuriyê wisa kirêt û qirêj bibîne ku dema ji endamekî civakê re bêjin bibe sîxur, ew kes mirin û kuştinê qebul bike, hezar salî girtin û îşkenceyê qebûl bike, lê sîxuriyê ti carî qebûl neke. Malbat jî dema zarokên xwe mezin dikin, divê ji wan re bêjin ku zirardayîna civaka xwe tişta herî xirab e, zarokan di vê mijarê de zane û têgehiştî bikin. Malbat jî dikarin wisa zarok û ciwanan li dijî polîtîkayên sîxuriyê gurçûpêç bikin ku bikaribin li ber rawestin û xweragir bin.

Divê li malê, kolanê, qehwexane, kafe, cihê kar û her devera jiyanê, em wekî civaka Kurd bêjin; sîxurî û ajantî dijminê herî mezin yê Kurda ye. Ajantî û sîxurî mirovbûna herî piçûkketî, yanî derketina ji mirovbûnê, dijmintiya xwe bi xwe ye. Dijmintiya hezkirî, dost, hevalan, yanî xwekujiye. Lazim e ku em mîna civak bi vê têgihiştinê, li dijî vê rewşa xirab rawestin, çavkaniya wê zuha bikin û ji holê rakin. Aliyek yê xwedîderketina li civakê jî ew e zemînê sîxuriya xizmetê ji dijmin re dike were pûçkirin. Xulase, xirabî û êrişa herî mezin ya dagirkeriya qirker ya Tirk li dijî civaka Kurd ev polîtîkaya sîxûrkirinê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv