BILÊSA UMER
AKTÎVÎSTÊ KURD LI STOCKHOLMÊ HAT QETILKIRIN
Bûyer şeva 16’ê mijdarê li otela Sheratona Stockholmê qewimî.
Polêsên swêdê der barê bûyerê de destnîşan dikin ku bûyer cînayet e lê agahiyên têrker nedane malbatê.
Cenazeyê Bilêsa Umer ji bo otopsiyê rakirine nexweşxaneya Karolînskaya Stockholmê.
Ciwanê kurd Bilêsa Umer di navbera salên 2006-2007’an de li Swêdê di nav xebatên ciwanan de cih digre.
Di sala 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê dest bi êrişên xwe dikin ew jî tevli nav refên YPG’ê dibe.
Li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şer dike. Bilêsa Umer piştî şer vedigere Swêdê.