Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Ewrûpa vediguhere koma bênirxan

 

EWRÛPA VEDIGUHERE KOMA BÊNIRXAN
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê faşîzma AKPMHP’ê teşhîr kiriye, aniye ber hilweşandinê. Li gel vê, maskeya piştgir û alîkarên vê desthilatê jî aniye xwarê. Yekîtiya Ewrûpayê ya dibêje, ez xwediyê demokrasî, azadî, mafên mirovan, heq, hiqûq û edaletê me, destekê dide faşîzma AKP-MHP’ê ya li herêmê û dinyayê lîdertiya dijminahiya demokrasî, azadî, mafên mirovan, heq û hiqûqê dike. Ev nîşan dide ku Ewrûpa esas di krîza nasname û karakter de ye. Her pergala siyasî xwe disipêre bingehekî rewabûnê. Ewrûpa niha wan bingehên xwe disipêreyê yek bi yek winda dike. Ji bilî hin objeyên ji bo serfkirinê dide civakan, ti nirx di dest de nemaye. Herku diçe, zêdetir dikeve rewşa civakeke bênirxan. Di rastiyê de ev dibe destpêka qonaxeke têkçûnê.

Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi dibêje, Erdogan dîktator e, lê ji ber berjewendiyan divê têkiliyan pê re bidomînin. Tê fêmkirin, Tayyip Erdogan bi mirovên ji Sûrî kişandî, şantajê li Ewrûpayê dike, Ewrûpa rehîn girtiye. Serokwezîrê Îtalyayê Draghi jî her mîna rehînekî axivî. Yan na, nedigot dîktator e, lê divê têkiliyên me pê re dewam bikin.

Desthilata AKP-MHP’ê û yên xwedî heman fikrê, dikarin di himêza hev de bin. Lê Ewrûpaya ku dibêje, demokrasî, azadî û mafên mirovan, wê nikaribe bi têkiliyên xwe vê desthilatê li ser piyan bigire. Ji ber ku ew desthilat dîktatoriyeke faşîst e ku nirxên Ewrûpa lê xwedî derdikeve hemûyan binpê dike, bi ti awayî wan nas nake. Di vê astê de têkiliya Ewrêpayê ya bi desthilata Erdogan re ya ku demokrasî, azadî, mafên mirovan, heq, hiqûq û edaletê herî zêde binpê dike, durûtî ye, bêexlaqî ye.

Niha Ewrûpa şirîk û hevkarê zext û zora li ser gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye. Ji ber ku li hemberî êriş û zilma Erdogan dike, tenê fikaran tîne ziman. Erdogan û Bahçelî jî ji ber vê bêhelwêstiya Ewrûpayê û ji ber ku dizanin tenê wê bêjin, ‘em bi fikar in’, zext û êrişên li ser Kurdan û hêzên demokrasiyê zêdetir dikin. Faşîstên li Tirkiyê hiş û eqlê siyaseta Ewrêpayê fêm kirine û bi kar tînin. Niha desthilata AKP-MHP’ê Ewrêpayê ji bo nîzama faşîst wekî înstrumanekê bi kar tînin. Ev jî dihêle ku faşîzm rewa bibe, zilma dike, normalîze bibe. Wateya têkiliya Ewrûpayê ya bi Tirkiyê re ev e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv