Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Çarşema Sor bi fermî kir betlane

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Çarşema Sor biryarnameyek derxist. Li gorî biryarnameyê li hemû navend û saziyên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweser roja çarşemê betlaneya fermî ye.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ji bo Cejna Çarşema Sor biryarnameya bi hejmar 17’an derxist. Di biryarnameyê de wiha hate gotin:

”Roja çarşemê (14`ê Nîsana 2021`an) li hemû navend û saziyên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê betlaneya fermî ye. Ev yek ji bo saziyên ku pêwîstiya wan bi berdewamkirina kar heye, ne derbasdar e.

Ev biryar ji bo her kesê ku pêwîst e pêk bîne, derbasdar e.”

TEV-DEM’Ê CEJNA ÇARŞEMA SERÊ NÎSANÊ PÎROZ KIR

TEV-DEM’ê jî bi daxuyaniyekê Çarşema Sor pîroz kir.

TEV-DEM’ê di daxuyaniya pîrozkirinê de got, “Em cejna Çarşema Sor ku li gorî mîtolojiya Êzidiyan Roja Sersala Kurdî ye, li gelê Kurd bi giştî û Êzidiyan bi taybet û hemû gelê herêmê pîroz dikin. Cejna Çarşema Sor an jî Cejna Sersalê ya Kurdên Êzidî, xwedî gelek wateyên mezin e û ji aliyê olî û neteweyî ve pîroz e, nexasim pîrozkirina wê di meha Nîsanê de ku pîroztirîn mehên salê ye û wekî jiyaneke nû ya ji hemû zindeyan re ye, vejîna jiyaneke nû ye. Ev bi serê xwe tê wateya berdewamkirina li ser bingeh û felsefeya jiyana xwezayî ya nû û wekî yekemîn gava parastina nirxên bilind ên mirovan û exlaqê wan e, piştre li herêma Mozopotamyayê bêyî cudabûn  ji bo jiyana hevpar bû  qanûnek.

Cewherê Çarşema Sor mîna rêzdayîna dualî ye û li ser bingeha wekhevî, edalet, nirxên cehwerî yên aştiyane, jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêma Mozopotamyayê de ye û mirovên li hemberî xwe qebûl dike û bi aştiyane dijî, wekî modêla li Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Cejn çanda hêviyan e, ji ber ku li ser bingeh û pîvanên exlaqî hatine avakirin û banga jiyana azad û dawîkirina zilma di nava civakan de dike. Gelê Kurdistanê û gelê herêmê bi giştî dê xwestek û hêviyên xwe yên jiyaneke birûmet û vîneke azad pêk bînin û dê kêfxweşiya xwe bi vê boneya mezin bi Rêber Abdullah Ocalan re temam bikin.

Em vê  ji bo aştiyane bikin cejna dirêjkirina pira biratiya di navbera pêkhateyan de û piştgiriya vîna civaka êzidî bikin, ku di nava destûra Iraqê ya Federal de nûnertiya Rêveberiya Xweser a Şengalê dike û ji bo sînordarkirina plan û fermanên li dijî vî gelî guncawtirîn çareserî ye.

Em Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê Çarşema Sor li gelê herêmê bi giştî û bi hemû olan, bawerî û çandên wan di serê pêşî de Kurdên êzidî pîroz dikin, her wiha em vê cejna dîrokî pîroz dikin û bang li hemû hêzên aştiyane yên cîhanê û hemû gelê herêmê dikin, ku hevgirtina xwe li ser bingeha rastiyê, rêgezên jiyana hevbeş, biratiya gelan û yekitiya çarenûsê ava bikin.

Em hemû cejnên xwe yên olî û neteweyî li ser bingeh û felsefeya neteweya demokratîk bi hev re pîroz bikin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv