“EWRÛPA JÎ ŞIRÎK E”
GULISTAN ÇIYA ÎKE: EWRÛPA NIHA DESTÛRÊ DIDE KU KURD WERIN QIRKIRIN
Gulistan Çiya Îke di Şîroveya Heftiyê de li ser pergala Îmraliyê û rola Ewropayê ya di vê pergalê de nirxandin kirin.
Gulistan Çiya diyar kir ku di domandina vê pergala qirrkirinê de roleke mezin a dewletên Ewrûpayê hene û bal kişand ser gotina Rêber Apo ya; ‘ne diyare wê sibê çi bibeʼ.
Gulistan Çiya şirîkatiya Ewrûpayê ya di qirrkirina kurdan de jî şîrove kir û destnîşan kir ku dema klîda li deriyên zîndana Îmraliyê dane hat şikandin, wê demê ew astengiyên li pêşiya demokrasiyê û çareseriya meseleya Kurd jî ji holê radibin.