Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: Divê hem ol û hem jî nasnameya neteweyi ya Şengalê xweser be 30.03.2021

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
DIVÊ HEM OL Û HEM JÎ NASNAMEYA NETEWÎ YA ŞENGALÊ XWESER BE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di heman bernama Medya Haberê de berxwedana Şengalê jî nirxand.
Duran Kalkan berxwedana xelkê şengalê silav kir û destnîşan kir ku wê teqez berxwedan bi ser keve.

Dûran Kalkan destnîşan kir ku xweserî, xweparastin û azadî mafê Şengalê ye.

Duran Kalkan diyar kir Tevgera Azadiyê rewşa li Şengalê ji nêz ve dişopîne û got:

Em ji nêz ve rewşa li herêmê dişopînin.

Ya rast helwesta Iraqê ku destpê kiriye nayê fêmkirin.

Rewşa pratîk li holê ye; xweseriyê dide aliyên cuda û ji gelek xweseriyan pêk tê.

Niha li Silêmanî, Hewlêr û Dihokê xweseriya Kurdan heye.

Gelo çima li Şengal a ku Kurd e jî ev xweserî pêk nayê?

Ma qey qanûnên Iraqê li her derê nayên pêkanîn?

Li Şengalê tevî ku Kurd e, cudahiyeke olî jî heye.

Ji ber vê jî pêdivî bi xweseriyê heye, pêdivî bi jiyaneke azad heye.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
DIVÊ IRAQ BI ERZANÎ NÊZÎ STATUYA ŞENGALÊ NEBE

Derbarê nêzkatiyên hikumeta Iraqê de jî Duran Kalkan hem hişyarî kirin û hem jî bang li hikûmeta Bexdayê kir:

Dibêjin li me gefên dewleta Tirk hene, ê tu jî li hemberî van gefan rabe.

Tu heq û hiqûqeke wê nîne ku gef li te bixwe.

Dema ku Şengalê parast, rêveberiya Bexdayê digot PKK rûmeta mirovahiyê rizgar kir.

Gelo bi ku ve çû ev rûmet.

Divê Iraq, bi erzanî nêzî Şengalê nebe û vê rûmetê biparêze.

Duran Kalkan diyar kir ku gelê Şengalê ji bo xweserî û azadiya xwe li ber xwe dide û heta bigihîje mexseda xwe jî divê tu carî dev ji berxwedana xwe bernede.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv