Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulê Algunerhan: Roja Reş 15.02.2021

 

ROJA REŞ
GULÊ ALGUNERHAN / WELAT

Îro salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ye. Ango 23’emîn salvegera Roja Reş e. Lê tişta ku dijminên kurdan bi vê komployê hêvî dikirin pêk nehat. Ocalan bi hemleyên cuda wan vala derxist. Têkoşîn mezin bû. Kesên ku nizanibûn ew kurd in jî îro li nasnameya xwe xwedî derdikevin. Bêguman hej bi milyonan karên ku divê werin kirin hene. Êrîşên dijminan bi hovane didomin.

Keç û xortên kurdan îro li serê çiya, gund û bajaran li ber xwe didin. Her roj şehîd dikevin. Lê serî ji dagirkeriyê re natewînin. Tişta ku dijminan dîn dike jî ev e. Dagirkerî di mêjiyê kurdan de hatiye têk birin. Êdî ya ku maye di pratikê de jî were têkbirin e. Ji bo ku tiştek pêk were divê beriya her tiştî fikra vî tiştî bi hur û kur were avakirin. Ocalan ji bo gelê kurd vê yekê kiriye. Ji ber vê yekê tecrîd û êrîşa li hemberî Ocalan tecrîd û êrîşa li hemberî hemû gelê kurd e.

Ocalan ji ber ku karwanê azadiya Kurdistanê bi rêk û pêk kiriye ev 23 sal in di zindanê de ye.
Di nava van 23 salan de gelê kurd li hemberî vê komploya bêbext berxwedanek mezin dan meşandin. Bi hezaran zarokên kurd şehîd ketin. Ocalan li zindana Îmraliyê ji bo ku rêya kurdan ronî bike bi şev û roj xebitî, berxwedan û sebrek bêhempa nîşanda. Lê êdî rewş hatiye qonaxeke cuda. Êdî dem dema azadiya Ocalan e. Heta ku Ocalan li Îmraliyê dîl were girtin tu pirsgirêkek jî çareser nabe û azadî jî nayê.

Mijara dîl girtin û azadiya Ocalan ji bo gelê kurd êdî mijara rûmetê ye. Duh jî wise bû, îro jî wisa ye û wê sibê jî wisa be. Azadiya Ocalan û azadiya gelê kurd ji her demê zêdetir girêdayî hevdu ne. Ji ber vê yekê êdî divê mijara azadiya Ocalan bibe mijara navenda jiyana her kurdekî. Eger kesek ku bêje ez kurd im û mijara Ocalan ê ku ji ber rêbertiya ji kurdan re dîl hatiye girtin ji xwe nexe rojev ew kes li nasname û rûmeta xwedî dernakeve.

Em kurd ên xwedî rûmet û nasname divê beriya nav û avê li ser azadiya Rêber Ocalan bifikirin. Divê êdî em sebir nekin, nesekinin û ji her demê zêdetir zend û rextên badin û têkoşîna xwe mezin bikin. Dema me ev yek kir tê wê maneyê ku em fikr û ramanên rêber Ocalan pêk tînin. Pêkanîna fikr û ramanên Rêber Ocalan jî azadiya herî pîroz e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv