Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ûlûg: Navê tinekirina Kurdan, 15’ê Sibatê 15.02.2021

 

FELEMEZ ÛLÛG / XWEBÛN
NAVÊ TINEKIRINA KURDAN: 15’Ê SIBATÊ

Li seranserî Kurdistanê gelê Kurd û dostên xwe di 22. salvegera komploya Navneteweyî ya li dijî rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser pêyane. Tişta ku çalakiyên îsal ji yên salê borî cûda dike îdîa û têkoşîna îradeya azad e.

Li welat û derveyî welat her kes têkoşîna li dijî êşkenceya li Îmraliyê û sîstema tecrîdê weke têkoşîna xwe, weke şertê jiyana demokratîk û azad dibîne û xwedî lê derkeve. Bi her şêweyên çalakiyan hişmendî û siyaseta komployê tê darizandin û tê mehkûmkirin. Gelê kurd nîşan dide ew naxwaze bi komployê re bijî.

Tevahiya êrişên komploger ên li dijî Ocalan pêşdikevin di bingeha xwe de êrişên li ser felsefe û jiyana azad ya Ocalan pênaseya wê dike ye. Bi van êrişan ve hewil dan ku îradeya jiyana azad ji holê rakin. 22 sal in li ser vê bingehê êrişê dibin ser Rêber Apo.

Komploya navneteweyî beriya her tiştî êrişeke topyekûn a navneteweyî ya ji bo tunekirina gelê Kurd bû. Her kes bi vê rastiyê baş zane, ku yê biryar ji bo komployê da, plan kir û pêk anî rêveberiya DYE’yê bû. Li ser bingeha îmze û fermana Serokê DYE’yê yê wê demê Clînton komplo pêk hat. Bêguman DYE’yê dema biryareke wiha da, herî zêde ji Îngilistan û Îsraîlê hêz û piştgirî wergirt.

Armanca komployê tunekirin bû. Beriya her tiştî bi rê û rêbazên komploger hewl dan îmha bikin û weke rewşeke nediyar nîşan bidin. Ji ber ku bi ser nexistin xwestin ku bi komployê Rêber Apo bi dewleta Tirk bide îdamkirin. Piştî ku ev jî hate pûçkirin hingê sîstema tecrîd û êşkenceyê afirandin û bi polîtîkaya rizandinê xwestin ku Ocalan ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve têk bibin.

Belê armanc û planên komployê hatine qelskirin, hatine pûçkirin, lê belê eşkere ye ku komplo bi temamî nehatiye têkbirin. Hêzên komploger niha bi van hewildanan dixwazin gava duyem ya komployê têxin dewrê ew jî bi tamamî tasfîye û qirkirna Kurda ye. Pêwîste hemû Kurd û partiyên Kurdistanî vê baş bizanibin ku ev plan hemû Kurda digire nav xwe û wê ji bo Kurdan ji jenosîdê jî xirabtir e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv