Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulê Algunerhan: Hêzên navneteweyi DAIŞ’ê ji nû ve zindî dikin 05.04.2021

 

GULÊ ALGUNERHAN / WELAT
HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DAIŞ’Ê JI NÛ VE ZINDÎ DIKIN

Kurdan li Kobanê pişta DAIŞ’ê û Erdogan şikand, li Reqayê bêhn li wan çikand û li Baxozê jî ew bi temamî tunekirin. Ji bihara 2019’an û vir ve DAIŞ di operasyona rizgarkirina Dêrezorê de li Baxozê hat tunekirin. Bi hezaran çete tevî zar û zêçên xwe li pêş çavê cîhanê li ber şervanên azadiyê çok danîn û teslîm bûn. Ev serkeftina li Baxozê ku bi pêşengiya şervanan bû, ne tenê ji bo kurdan lê ji bo temamê cîhanê serkeftineke dîrokî bû. Piştî vê serkeftinê bi hezaran çete hatin girtin û malbatên wan jî ji hêla Rêveberiya Xweser ve li kampan hatin bicihkirin.

Yek ji wan kampên ku van rojan gelekî di rojevê de ye, Kampa Holê ye. Kampa Holê bi qasî 25 km dûrî bajarê Hesekê ye. Li gorî daneyên rêveberiya kampê, 60 hezar û 351 kes li Holê ne. Hejmara kesên li wê derê bi qasî hejmara bajarekî ye. Hemwelatiyên 70 welatan bi salane li Holê ne. Tevî Kampa Holê, bêtirî 12 hezar çeteyên DAIŞ’ê jî girtî ne. Ji roja ku DAIŞ li Baxozê têk çû heta îro Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan caran bang li hêzên navneteweyî kirin da ku hemwelatiyên xwe bigrin û bidarizînin, her wiha bi dehan caran bang kirin da ku çeteyên di destê wan de di dadgehekê navneteweyî de bên darizandin û cezakirin. Van hêzên mûxatab heta niha tu gav neavêtin û her carê hewil dan meselê sar bikin.

Ji ber bêxemî û paşguhkirina hêzên navneteweyî Kampa Holê ku em behsê dikin, ji kampbûnê derket. DAIŞ’iyan li wêderê di bin re xwe bi rêxistinkirin û dest bi faaliyetên xwe yên tarî kirin. DAIŞ niha kampa Holê jixwe re kiriye weke biryargeh û hewl dide xwe jinûve zindî bike.

Bi salane rayedarên Rêveberiya Xweser bang li hêzên navneteweyî dikin û bi rêya têkîliyên dîplomatîk hewl didin vê xeteriya ku weke bombeyeke li ber teqînê ye ji holê rakin. Ji bêhelwestî û bêdengiya hêzên eleqedar diyar e ku hesabên wan cûda ne. Lê divê raya giştî û siyaseta kurd li raya giştî ya cîhanê bide fêmkirin ku hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe DAIŞ’ê jinûve zindî dikin. Eger siberoj Holê ji kontrolê derket berpirsyarên vê xeteriya mezin ku bûne belaya serê cîhanê ev hêzên navneteweyî ne. Eger Kampa Holê ji kontrolê derkeve ew ê ne tenê Rojhilata Navîn, lê cîhan bi temamî bi talûkeyeke mezin re rû bi rû bimîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv