Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: Abdullah Ocalan 05.04.2021

 

ABDULLAH OCALAN:
FARÛK SAKIK / RONAHÎ

Gulnaz Karataş-Bêrîtan, li dibistanê di dersa wêjeyê de dema ku mamoste dibêje; herkes bila biyogirafiya xwe binivîse, wiha bersiv dide:
Bîyogirafî:
Nav: Gulnaz
Paşnav: Karataş
Cîh û dema ji dayik bûnê: Çewlik-1971…

Û dibêje; ma hûn ê min li gorî agahiyên di nasnameyê de nas bikin? Lê gelo ev yek ji bo ku kesek bixwaze min nas bike wê qîm bike? Karkerek ku li Vîetnamê dixebite wê bizanibe ku ez çiqas bi rengê kesk ve girêdayî me, wê jinên Nîkaragûayê bizanibin ku ez her roj derdikevim balkonê û bi saetan li asîmanan dinihêrim, zarokên ku pêlavan boyax dikin wê eleqeya min a helbest û pirtûkan bizanibin… Tiştên di nasnameyê de hatine nivîsandin, min nadin nasandin.

Nasandina Rêber Apo jî wiha ye. Ji bo ku gelên Rojhilata Navîn, karkerên Îngilistanê, jinên Amerîkaya Latîn wî baş nas bikin, qîm nake em bibêjin; Abdullah Ocalan 4’ê Nîsana 1948’an li gundê Amarayê yê bi ser navçeya Riha Xelfetiyê hatiye dinê. Navê diya wî Uveyş û bavê wî Omer e. Dibistana seretayî li gundê Cibinê xwendiye….

Divê wiha were gotin û nasandin:

Abdullah Ocalan, gelekî bi navê kurd û welatekî bi navê Kurdistan hebû. Bi bêbextiya dîrokê dikira bihatana tinekirin lê wî pêşî li tinebûnê girt.

Abdullah Ocalan, li Tirkiyê ji bo komara demokratîk were avakirin pêngavek da destpêkirin. Li ser perspektîfên wî gel bi rêxistin bûn. Di destpêkê de bi navê Kongreya Demokratîk a Gelan û piştî demekî jî wek partî Partiya Demokratîk a Gelan HDP hat avakirin. Ev partî di hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an de da îspatkirin bi van paradîgma û nexşerêya Ocalan wê demokrasî were Tirkiyê.

Abdullah Ocalan, li Rojhilata Navîn qedera gelan ku di bin destê desthilatên serdemê de bû bi paradigmaya konfederalîzma demokratîk guhert. Bi paradîgmaya xwe rêyeke nû danî ku hemû gel û civak, bîr û bawerî, zar û ziman xwe di nava vê paradîgmayê de îfade bikin, bibînin, bi pêş bikevin.

Abdullah Ocalan, bi kedeke mezin ji jina kole, jina azad afirad. Jinên cîhanê îroj li ser fikr û ramanên wî li dijî desthilatdaran têdikoşin.

Abdullah Ocalan, li dijî sîstema Modernîteya Kapîtalîst, Modernîteya Demokratîk danî.

Abdullah Ocalan, ne tenê ji bo mirovahiyê, di heman demê de ji bo parastina xwezayê jî sîstemeke ekolojîk pêşkeşî mirovahiyê kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv