GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN DERMANKIRIN
DI GIRTÎGEHÊN TIRKIYÊ DE HEZAR Û 605 GIRTIYÊN NEXWEŞ DIMÎNIN
Li girtîgehên Tirkiyê her roj hejmara girtiyên nexweş zêde dibe.
Ji ber şertên fizîkî û yên zindanan, girtî bi qasî pêwist nayên dermankirin.
Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan li girtîgehan 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene.
Yek ji van girtiyên rewşa wî giran e jî Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî yê li zindana Amedê Tîpa D ye.
Ozkan 25 sal in girtî ye û heta îro 5 caran krîza dil derbas kiriye, 4 caran anjiyo bûye.
Nikare bi tena serê xwe jiyana xwe berdewam bike û pêdiviyên wî bi alîkariyê heye.
Di sala 2015’an de Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Amedê ji bo Emîn Ozkan raporekê amade dike.
Li gor raporê ji sedî 87’ê laşê wî kar nake û dibêje”nabe ku di girtîgehê de bimîne.”
Heman nexweşxane vê carê di sala 2019’an de tevî ku rewşa Ozkan ji berê girangir jî bûye di rapora xwe de dibêje; “dikare di girtîgehê de bimîne.”
Ji bo cezayê wî ango înfaza wî were taloqkirin, serî li dozgeran hat dayin û 6 caran ji Saziya Tiba Edlî rapor hat xwestin.
Saziyê her carê di rapora xwe de got ” dikare di girtigehê de bimîne.”
Keça Emîn Ozkan, Selma Ozkan da diyarkirin ku 16’ê nîsanê li girtîgehê hevdîtina girtî bi bavê xwe re pêk anîye û wiha got:
“Em diçin hevdîtina bavê min, lê belê mirov nikare ji vê re bêje hevdîtin. 25 sal in bavê min bi neheqî li zindanê radigirin.”