Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk ava çemê Firatê qut dike: Av li ser 83 gundên Kobanê hatiye birîn

 

DEWLETA TIRK AVA ÇEMÊ FIRATÊ QUT DIKE
AV LI SER 83 GUNDÊN KOBANÊ HATIYE BIRÎN

Dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê êrişên xwe didomîne.

Li herêmên mîna Eyn Îsa, Şenba û Mimbicê bi êriş û topbaranan ve hewil dide jiyanê li gel teng bike.

Deverên ku nikare di warê eskerî de bandorê lê bike jî bi rêûrêbazên cûda faşîzma xwe li ser gelê herêmê ferz dike.

Yek ji van deveran jî herêma Koban e.

Dewleta tirk a dagirker piştî ku bi çeteyên xwe li Kobanê binket û şûn ve, bi qutkirina ava çemê Firatê dixwaze gelê herêmê ceza bike.

Dewleta tirk bi van pêkanînên xwe her çendî li dijî mirovahiyê sûc pêk tîne jî, di qada navnetewî de bêdengiyek heye.

Tevî ku ji Rêvebiriya Xweser û Rêvebiriya Herêma Firatê li ser mijarê gelek caran daxuyanî û nerazîbûn nîşanî pêkanînê dane jî haya niha tu guhertin çênebûne.

Wekî din di van demên dawî de bi germbûna hewayê û kêmbûna avê ji çemê Firatê bêhnên nexweş belav dibin.

Endamê Rêveber ê Gerînendeya Avê ya Kantona Kobanê Fehed Mihemed li ser mijarê ji ANHA`yê re axivî.

Fehed Mihemed di axaftina xwe de bal kişand ser rêjeya kêmbûna avê û wiha got.

Fehed Mihemed herwiha diyar kir eger ava çemê Firatê neherike wê bi xwe re nexweşiyan jî peyda bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv