Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gerîlayê YJA Starê Agirî Qamişlo: Şoreşa Rojava çavên cîhanê vekir 30.12.2020

 

Gerîlaya YJA Starê Agirî Qamişlo got, “Destpêkirina Şoreşa Rojava çavên cîhanê vekir.” Qamişlo destnîşan kir ku divê ciwanên Başûrê Kurdistanê berê xwe bidin berxwedanê.

Gerîlaya YJA Starê Agirî Qamişlo qala bandora Şoreşa Rojava ya li ser xwe kir.

Qamişlo got, “Destpêkirina Şoreşa Rojava çavên her kesî, yên jin, ciwan, civakê û tevahiya cîhanê vekir… Bivê nevê wê bandorê li me bike, milîtanên ku dixwazin xaka Kurdistanê azad bikin canê xwe feda dikin. Ya jî Rêber Apo li gel tecrîda giran bi parêznameyên xwe rê li ber Şoreşa Rojava dike, bi keda xwe mezin dike. Vê rastiyê bandor li me jî kir. Ya rast, Şoreşa Rojava bûyereke wijdanî ye, mirov nikare çav û guhê xwe lê bigirin, nabe ku bêdeng bimînin. Ji ber ku weke wezîfeyekê dikeve ser milê mirovan, ez nekim wê kî bike, niha nekim kengî bikim? Bandora ku Şoreşa Rojava li me kir bandoreke welê ji rêzê û hêsan nebû. Yekemcar di vê astê de gel, em ji bo xwe şer dikin, xwe bi xwe bi rê ve dibin. Em nabêjin bila dewlet bê me bi rê ve bibe, me biparêze. Yê ku diparêze jî gel e. Bi vê kelecanê, bi vê moralê sala 2013’an tevlî bûm. Mijareke din a ku bandor li min kir pêşengiya jinê bû. Di nava civaka me de tê zanîn ku jin di nava şer de lawaz tên dîtin, tenê karê lojîstîkî rola mîlîstiyê dihate dayin. Şoreşê nîşan da ku tiştekî bi vî rengî nîne. Jin dikarin bi her rê û rêbazê tevlî şoreşê bibin, dikarin şer bikin, biparêzin, dîplomasiyê û siyasetê bikin. Bi vê hestê û pêşengiyê min jî xwe berpirsyar dît.”

‘ŞOREŞÊ ÇAVÊN ME VEKIR’

Qamişo got, “Sala 2013’an dema ku tevlî bûm, beşdarî hin perwerdeyan bûm. Perwerde ji bo min bû bingehek” û wiha dewam kir:

“Li ser vê bingehê demeke dirêj tevlî karên ciwanan ên li Rojava bûm. Ev dem ji bo min demeke hînbûnê, dema dibistanê bû. Min rastiya xwe, rastiya gel û ciwanan nas kir. Weke jineke ciwan di nava civakê de bûm, lê min bi xwe jî nizanî bû ku çawa dijîm. Bi vî karî re haya min ji gelek tiştan çêbû. Hem mejiyê min, hem jî ji aliyê civakî, kesayetî, ruhî û nefsî ji gelek aliyan ve şoreşê çavên me vekir. Em bi kesayetiya xwe hesiyan. Bi rastî jî em di nava xapandineke mezin de bûn.

‘SERHILDANA ŞELADIZÊ RUHÊ CIWANTIYÊ YE’

Bêguman Başûrê Kurdistanê qadeke ku hêjayî nirxandinê ye. Em zanin ku dijmin bi polîtîkayên xwe yên taybet îro herî zêde êrişî ciwanên Başûr dike. Ji ber ku dijmin zane, Başûr parçeyekî welê ye ku bingeha xwe ya Kurdewarî lê heye. Lewma êrişên herî mezin dibe ser ciwanên li Başûr. Ji ber vê yekê herî zêde dixwazin ku kapîtalîzmê li wir belav bikin. Li gel vê yekê ji bo ciwanên Başûr di azadkirina Kurdistanê de bi rola xwe tevnegerin çi ji destê wan tê dikin. Divê haya ciwanên Başûr ji vê rastiyê hebe. Dijmin êrişî Heftanînê, Metîna dike, xaka me dagir dike, lê helwesteke têrker a ciwanan li dijî vê yekê nayê nîşandan. Serhildana Şeladizê ruhê welatparêziyê yê ciwanên Başûr nîşanî her kesî da.”

‘DIVÊ CIWANÊN BAŞÛR BERÊ XWE BIDIN ALTERNATÎFA SÊYEMÎN’

Gerîlaya YJA Starê Agirî Qamişlo diyar kir ku polîtîkaya şerê taybet hewl dide bi rêya jiyaneke şexsî û bi şêweyên cuda hewl dide bandorê li ciwanên Başûr bike û got, “Ciwan tên xapandin. Li Başûr dema ku ciwanek bêpar be, nikare debara malbata xwe bike, hingî dijmin du alternatîfan datîne pêşiya wan. Ya bibe pêşmerge û asayîş, ya jî biçe Ewropayê. Divê ciwanên Başûr bi vê zanibin, alternatîfeke sêyemîn jî heye. Ew jî tevlîbûna li nava tevgera PKK’ê û têkoşîna ji bo xaka xwe ye. Yanî rêya berxwedanê ye.”

Di dawiya axaftina xwe de Agirî Qamişlo got, “Ciwanên Başûr divê ne birevin, ne jî teslîm bibin, lê belê rêya sêyemîn rêya serhildanê, berxwedanê û têkoşînê bidin ber xwe.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv