Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bavê Şehîd Şaho: Bi rêbaza kurê xwe serbilindim 30.12.2020

 

Gerilayê HPG’ê Şehîd Şaho ji bajaroka Rigarî ya Kelarê tevlî refên gerîla dibe, li bajaroka Şemzînan a Bakurê Kurdistanê di pevçûnek li gel artêşa Tirk a dagirker de şehîd dibe. Bavê şehîd Omer Qadir got, “Kurê min bi xwendina pirtûkan fikra xwe pêşxist û got, ezê bibim gerîla û şehîd bibim. Di dawiyê de jî gihişt vê daxwaza xwe. Ez bi rêbaza kurê xwe serbilindim, serkeftinê ji hemû rêhevalên wî re dixwazim.”

Gerîlayê HPG’ê Îbrahîm Omer Qadir bi nasnav Şaho, di sala 1993’an de li gundê Mirawa yê bajaroka Bawenur a ser bi navçeya Kelar a Germiyanê hatiye dinê. Di malbatê de zarokê çareme û di sala 2014’an de nasîbûna wê li gel tevgera azadîxwaz çêdibe. Piştî salek jî berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevli nava refên gerîla dibe. Di sala 2017’an de jî li bajaroka Şemzînan a Colemêrgê di pevçûnek li gel artêşa Tirk a dagirker de şehîd dibe.

Şehîd Şaho jî mîna gelek zarokên din ên Kurd di nava malbatek welatparêz û kedkar de tê dinê û mezin dibe. Şehîd Şaho di zarokatiya xwe de li gel malbata xwe bi karê çandinî û sewalvaniyê ve mijûl bû. Li bajaroka Rizgarî ya Germiyanê dest bi xwendinê dike ta refa sê ya navîn dixwîne. Şehîd Şaho ji xwendinê pir hez dikir û ji ber heskirina wî ya ji xwendinê re jî hertim di xwendina xwe de serkeftî bû.

Lê piştre ji ber zehmetiyên jiyanê û bêderfetiyê Şehîd Şaho dest ji xwendinê diberde. Li gel birayên xwe ji bo debara jiyanê dixebite.

Piştre heskirin û eleqeya Şehîd Şaho ya ji bo fikir û felsefeya Rêber Ocalan zêde dibe û dikeve nava lêgerînê. Li gorî malbata wî qal dike, piştî Şehîd Şaho ji kar dihat dest bi xwendina pirtûkên Rêber Apo û pirtûkên li ser têkoşîna tevgera azadîxwaz a gelê Kurd dikir. Rojek Şehîd Şaho ji malbata xwe re dibêje; “Min rêya xwe ya jiyanê dîtiye û ji niha de min rêbaza Rêber Apo hilbijartiye. Ezê vê rêbazê bişopînim, herim çiyayên Kurdistanê û heta dawiya jiyana xwe li wir bimînim. Ji ber ku têkoşîna rast li çiyaye.”

Di derbarê jiyan û têkoşîna Şehîd Şaho de bavê wî Omer Qadir, ji ajansa me re axivî û got; “Min bi xwe 10 sal endamtiya YNK’ê kiriye, lê ti demê ez wek Şehîd Şaho zîrek nebûm. Wî hertim li ser her çar parçên Kurdistanê axaftin dikir. Hertim ez bi Şehîd Şaho û rêbaza wî serbilindim. Ez serkeftinê ji hevalên wî re dixwazim, ez niha jî wisan hîs dikim ku ew hîna têkoşîna xwe dimeşîne û şehîd nebûye.”

Di dewamê de Omer Qadir da zanîn xebata ku gerîla dike xebatek rewaye û wiha domand; “Lê hinek Kurdên vê xebatê nerewa dibînin hene. Di dema sersaxiya ji bo Şehîd Şaho de min bi rêya saziyên çapemeniyê daxwaz ji hemû hizbên her çar parçên Kurdistanê kir ku yekîtiya xwe çêkin. Ji berku êdî ne dema wê yekê ye em ji bo hikûmet û welatên din kar bikin.”

Bavê Şehîd got, xebata ku gerîla dike xebat û têkoşîneke ji bo hemû Kurda ye û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ger ne ji gerîla bûya çawan DAIŞ’ê Musil dagirkir, wê bi heman awayî Silêmanî, Kelar, Derbendîxan û Kerkûkê jî dagir bikira.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv