Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Gerîlayan li Zapê balafira Sîha ya Bayraktar TB2 anîn xwarê

 

ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
GERÎLAYAN LI ZAPÊ BALAFIRA SÎHA YA BAYRAKTAR TB2 ANÎN XWARÊ

Gerîlayên HPG û YJA-Starê ji 23’yê Nîsanê ve li Zap, Metîna û Avaşînê berxwedaneke dîrokî û mezin li dijî dagirkeriya Tirk dikin.

Ji wê rojê ve gerîla derbên giran li artêşa dewleta Tirk a dagirker didin.

Heta niha hêzên gerîla derb li zêdetirî 6 helîkopteran dane.

Bi sedan eskerên Tirk hatine kuştin.

Herî dawî gerîlayan bi rêbazeke taybet, balafira SÎHA an go biçek û bêmirov a bi tîpa Bayraktar TB2 anîn xwarê.

Ajansa Nûçeyan a Firatê li rex weşandina dîmenê vê balafira hatî xistin hin agahî jî bixwespartina çavkaniyên gerîla parve kirin.

Li gorî agahiyan, ev balafir 21’ê Gulanê li qada Zêbarî ya navçeya Duhokê Akrê hatiye xistin.

Ev der li navbera qada Kurojahro ya Zapê û qada Heft Tebax a Garê ye.

HPG’ê heta niha têkildarî xistina balafira Bayraktar daxuyaniyek nedaye.

Balafira ji aliyê gerîlayan ve hatiye xistin, dikare 27 saetan li ezman bimîne.

Buhayê vê balafirê jî bi qasî 2 milyon euro ye.

Ev fiyet biservekirina sîstemên bejahî derdikeve 5 milyon euroyî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv