Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk rê û rêbazên herî qirêj dike

 

DEWLETA TIRK RÊ Û RÊBAZÊN HERÎ QIRÊJ DIKE
GORISTANA ŞEHÎDAN XIRA KIR, CENAZE JÊ DERXISTIN Û WEKE GORA KOMÎ RAGIHAND

20’ê Çileya 2018’an dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya hêzên navnetewî li dijî Efrînê êrişeke berfireh da destpêkirin.

Xelkê Efrînê bi şervanên xwe re li dijî vê dagirkeriyê 58 rojan li ber xwe da, tevî şervanên xwe, bi zarok, jin û ixtiyarên xwe têkoşiya.

Di oxira parastina Efrînê de bi sedan leheng şehîd bûn.

Heta 18’ê Adara 2018’an hema bêjin her roj li Efrînê merasîma cenazeyên şehîdan pêk dihat.

Dewleta Tirk piştî ku wê rojê Efrîn dagir kir, hem li navçeyên wê û hem jî li navenda wê êrişî goristanên şehîdan kir.

Li navenda Efrînê jî goristaneke ku xira kir a Şehîdgeha Avesta Xabûr bû.

Beriya çend rojan bi rêya çapemeniya xwe ragihand, ku wan goreke komî dîtiye.

Dagirkeriya Tirk a bi rê û rêbazên herî qirêj şerê li dijî gelê Kurd dike, vê carê jî xwest cenazeyên şehîdên berxwedana Efrînê bi kar bîne.

Lê bi wêne û dîmenên berê jî eşkere ye, ku goristan a şehîdên berxwedana Efrînê ye.

Cenazeyên ji goran hatine derxistin ên şehîdên berxwedanê ne.

Bi van wêne û dîmenan jî careke din li ber çavê dinyayê, sûcekî ku dewleta Tirk li dijî mirovahiyê û nirxên wê kirî, ispat bû.

Niha piştî belgekirina vî sûcî ev pirs peyda dibe…

Gelo sazî û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan, hêzên navneteweyî wê piştî van belgeyan çi bikin?

FERMANDARÊ GIŞTÎ YÊ QSD’Ê MAZLÛM EBDÎ:
DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ VÊ QIRKIRINÊ RAWESTÎNE

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî bi rêya hesabê xwe yê Twîterê ev peyam da:

Hêzên dagirkeriya Tirk bi berevajîkirina rastiyan radibin û goristana şehîdan weke gora komî ji cîhanê re radigihînin.

Em bang li civaka navneteweyî dikin, ku vê qirkirinê rawestînin, Efrînê û şêniyên wê ji sûcên şer û li dijî mirovahiyê biparêzin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv