Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Gerîlayan li Heftanînê ji du baskan ve li dagirkeran dan

 

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA CENGA XABÛRÊ
GERÎLAYAN LI HEFTANÎNÊ JI DU BASKAN VE LI DAGIRKERAN XIST

Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê li herêma Heftanîn bi çalakiyên gerîlayên azadiyê didome.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku 23’yê Tebaxê li qada Pîrbilayê gerîlayan ji du baskan ve li dagirkerên li ser Girê Şehîd Silav xist.

Baskekî li kamelya û çeperek dagirkeran dan û îmha kirin.

Baskê din jî li yekîneyek dagirkeran a li ber rê xist.

Lê hêjmara dagirkerên hatin cezakirin nehate zelalkirin.

Li qadên Girê Sor û Werxelê yên Avaşînê jî berxwedana gerîla dewam dike.

HPG’ê dide zanîn Artêşa tirk 25’ê Tebaxê bi çekên giran li qada Girê Sor bombe barandin.

Heman rojê qada berxwedanê ya Werxelê dîsa bi teqemeniyan û gazên bi jehr bombe kirin.

Paşê dagirkeran xwest pêş ve biçin.

Lê piştî destwerdana gerîlayan dijmin xwe paşve kişand.

Dagirkeran 26’ê Tebaxê jî qada berxwedanê ya Werxelê bi xazên jehr bombe kir.

Her wiha li ser qadê dron geriyan.

Li ser destwerdana gerîlayan neçar man ji qadê vekişin.

Balafirên şer 25’ê Tebaxê jî hem qada Kûnîşka ya herêma Zapê û hem jî derdora Şehîdgeha Şehîd Şerîf a li qada Kendekolê ya herêma Xinêrê bombe kirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv