LI HEFTANÎNÊ PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA CENGA XABÛRÊ
GERÎLA TV DÎMENÊN ÇALAKIYÊN GIRÊ KOXÊ Û QESROKÊ WEŞANDIN
Gerîlayên HPG û YJA-Starê rojane li Herêma Heftanînê dagirkeran dikin hedef.
Bi rêya Gerîla Tv jî van çalakiyên xwe belge dikin.
Gerîla Tv dimenê du çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeran weşandin.
Dimenê yekemîn ji girê Koxê Mele Yehya ya li herêma Keşanê ya Heftanînê ye.
Gerîlayan 27’ê Hezîranê dagirkerên li ser gir kirûbûn hedef.
Di dîmen de tê dîtin, ku çepeteke artêşa Tirk tê tinekirin.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê têkildarî vê çalakiyê, 30’ê Hezîranê daxuyaniyek dabû.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatibûn parvekirin:
Gerilayên YJA-Starê li girê Koxê Mele Yehya ya li herêma Keşanê ya Heftanînê çalakî lidar xist.
Çalakî ji bo bîranîna Şehîd Zîlan di çarçoveya Cenga Xabûrê de pêk hat.
Di encama çalakiya Gerîlayên jin de 3 dagirker hatin kuştin.
Dimenê duyemîn jî ji girê Qesrokê yê herêma Partîzan e.
1’ê Gulanê gerîla li dijî dakirkerên li ser gir çalakiyek li dar xist.
Di vê çalakiya jî 3 dagirker hatin cezakirin
Her wiha çeperek, 2 kamerayên mobese û pergala radar a li gir hatin îmhakirin.