Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: Mahremiyeta Almanya, Talîban

 

MAHREMIYETA ALMANYA: TALÎBAN
FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Hukûmeta Federal a Almanya di 31’ê Tîrmehê de li paytexta Katar Dohayê bi Talîbanê re hevdîtin kir. Nûnerên Almanya yê li Afganistanê û nûnerê Talîban ê li Ewrûpayê beşdarî hevdîtinê bûn.

Îstîxbarata Almanya ev hevdîtin organîze kir û veşartî pêk hat. Rojnameya Bîld a Almanyayê bi manşeta hevdîtina veşartî hevdîtin deşîfre kir. Rojnameyê pirs kiriye û gotiye Amerîka, Rûsya û Çîn eşkere hevdîtinê bi Talîbanê re dikin, gelo çima Almanya veşartî dike.

Almanya piştî Amerîkayê welatê duyemîne ku li Afganistanê eskerên wan heye.

Li gorî qanûnên Talîbanê nabe ku jin were perwerdekirin û bixebite. Nabe ku bi futbolê bilîze, wêneyan bikşîne û li kêfa xwe binêre. Lê li Almanyayê ev serbest in.

Talîbanê wekî Naziyan qanûn danîne û cihêkariyê dike. Tevî vê yekê jî îstîxbarata Alman destûr dide ku rayedarên hukûmetê bi Talîbanê re rûnên.

Lê rêxistinên wekî PKK, KCK, KCDK-Ewrûpa û saziyên Kurdan talûke û qedexe dibîne. Ev rêxistin jî ji bo jiyaneke bi hevre ya gelan têdikoşin. Ekolojiyê diparêzin û cûdahiyê naxin navbera ol û baweriyan.

Dewleta Alman bi Talîbanê re veşartî rûdinê. Ew Talîbana ku nûnertiya rêxistinên wekî El Kaîde, El Nûsra û Heyet Tahrîr’ûş Şam dike.

Li aliyê din heman Dewleta alman li gorî dilê xwe Kurdan krîmînalîze dike. Êdî em hatin dawiya van polîtîkayên sexte yên almanyayê. Ev ji xelkê Alman ditirsin ku têkeve ferqa vê siyaseta bê exlaq. Ji bo vê yekê hevdîtinên xwe veşartî dikin. Ew ditirsin ku dirûtiya wan derkeve meydanê.

Almanyaya ku bi Talîbanê re rûdinê li aliyekî bi qedeya PKK’ê re Kurdan reş dike.

Îstîxbarata Alman Kurdên hemwelatiyê xwe sûcdar dihesibîne û dide pey wan.

Ji saziyên Almanya re dibêjin ew Kurdên talûke ne û karê wan zahmet bikin.

Ew saziyên Kurdan ku li gorî qanûnên Almanyayê hatine avakirin krîmînalîze dikin. Li gorî nûçeya Bîldê pirsa gelo çi hevkariya Almanya û Talîbanê heye tîne bîra mirovan.

Tevî ewqas nakokiyan çawa dibe ku tên cem hevdû.

Di navbera Almanya û Talîbanê de tiştek dişibe hev heye. Li Afganistanê wêne û sembol qedexe ne. Li Almanyayê jî wêne û sembolên Kurdan qedexe ne.

Hevdîtina veşartî ya li Dohayê eşkere kir ku qedexeya li ser PKK’ê û reşkirina Kurdan ne li gorî hiqûqê, li gorî helwesta siyasî ya hukûmetê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv