GERÎLA LÊ DIXE, GERÎLA TV BELGE DIKE
DÎMENÊ KUŞTINA 8 DAGIRKERAN A LI GIRÊ ŞEHÎD SERXWEBÛN Ê ZAPÊ
Gerîlayên HPG û YJA-Starê rojane li Zapê, Metîna, Avaşînê û Heftanînê bi pêngavên şoreşgerî li artêşa Tirk a dagirker dixin.
Heta niha zêdetirî 150 eskerên artêşa dagirker di çalakiyên gerîlayan de hatine kuştin.
Lê, dewleta Tirk hejmara kuştiyên xwe vedişêr e.
Gerîla Tv jî bi weşandina dîmenan ji vî şerê taybet ê dewleta Tirk re dibe bersiv.
Dîmenê dawî ji Herêma Zapê ye, ku şerekî giran lê heye.
26’ê Nîsanê gerîlayan dagirkerên li ser Girê Şehîd Serxwebûn ê Zapê kiribûn hedef.
Beriya vê çalakiya ku 7ê şeveqê dest pê bike, gerîla amadekariya xwe dike.
Di dîmen de gelek dagirker li ser Girê Şehîd Serxwebûn xuya dikin.
3 eskerên li holê di lêdana pêşî de dikevin erdê.
Gerîla nahêle, dagirker bêhnê bidin û bistînin.
Ji gelek milan ve eskerên li ser gir dibin hedefa gerîlayan.
26’ê Nîsanê HPG’ê ragihandibû, ku di vê çalakiyê de 8 eskerên Tirk hatine kuştin.
2 dronên artêşa dagirker jî bûne hedefa gerîlayan û derb xwarine.