Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Lî Avaşîn, Zap û Heftanînê 17 dagirker hatin kuştin

 

“PÊNGAVÊN CENGA XABÛRÊ Û BAZÊN ZAGROSÊ”
HPG: LI AVAŞÎN, ZAP Û HEFTANÎNÊ 17 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên gerîlayan ên 3 rojên dawî yên li Zap, Avaşîn û Heftanînê eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku gerîla bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, bersiv dide êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê.

Li gorî daxuyaniyê gerîlayan bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê ev çalakî li darxistin:

30’ê Nîsanê gerîlayan dagirkerên li ser Girê Şehîd Mervan ê Zapê kirin hedef û eskerek hat kuştin.

1’ê Gulanê artêşa Tirk a li Girê Şehîd Serdar ê Avaşînê bû hedefa çekên giran ên gerîlayan.

Heman rojê gerîlayan eskerên li ser vî girî xistin kontrola xwe, bi dizî ketin nava wan.

Di vê çalakiyê de jî 5 dagirker hatin kuştin û çeperek hat rûxandin.

2’ê Gulanê gerîlayan ji nêz ve li du çeperên artêşa Tirk ên li ser Girê Şehîd Dilgeş ê Avaşînê dan.

Li vê derê jî 3 esker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

1’ê Gulanê artêşa Tirk çepera şer a li Girê Mamreşo yê Avaşînê 2 saetan bi dijwarî bombe kir.

Piştî bomberdimanê xwest bikeve çepera şer.

Gerîlayan li wan dan û dagirker bê encam vekişiyan.

1ê Gulanê çeperekî artêşa Tirk ê li ser Girê Şehîd Mûnzûr bû hedefa gerîlayan.

Gerîlayan ev çalakî jî bi awayekî serketî li darxistin.

Li vê derê jî 4 dagirker hatin kuştin û çeperekî wan hat rûxandin.

Bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê…

1ê Gulanê gerîlayan artêşa Tirk a li ser Girê Sûîkastê yê qada Xantûrê ya Heftanînê kirin hedef.

Di çalakiya sekvanî de fermandarê gir ê dagirkeran hat kuştin.

Heman rojê gerîlayan eskerên li ser Girê Qesrokê yê li qada Partîzanê ya Heftanînê kirin hedef.

Li vê derê jî 3 dagirker hatin kuştin.

Gerîlayan her wiha çeperek rûxandin, 2 kamerayên mobese û sîstema radarê ya li ser gir jî îmha kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv