ŞERÊ GERÎLA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
GERÎLA TV DÎMENÊ ÇALAKIYA GIRÊ ŞEHÎD BERXWEDAN Ê HEFTANÎNÊ WEŞAND
Gerîlayên HPG û YJA-Starê 20’ê Nîsanê li Heftanînê çalakiyek li dar xistibûn.
Gerîlayan eskerên Tirk ên li ser Girê Şehîd Berxwedan ê li qada Xantûrê kiribûn hedef.
Gerîla Tv dîmenê vê çalakiyê weşand.
Di dîmen de çeperên şer ên artêşa Tirk xuya dikin.
Her wiha çepera çeka giran a A-4 jî tê dîtin..
Gerîla vê çeperê dikin hedef.
Gerîla bi awayekî serketî li çeperê dixin.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG”ê bi daxuyaniyekê encama vê çalakiyê wiha ragihandibû:
Di çalakiyê de çeka A-4 hat îmhakirin û 2 dagirker jî hatin cezakirin.
Her wiha kamerayeke mobesse ya li ser gir jî hat îmhakirin.