GERÎLAYÊ HPG’Ê BOTAN GERMIYAN
“HETA GERÎLA HEBE, DEWLETA TIRK WÊ NEGIHÎJE ARMANCA XWE”
Gerîla ji 23’yê Nîsanê ve bi berxwedaneke dîrokî, rê nade dewleta Tirk, ku dagirkeriya xwe li Başûr berfirehtir bike.
Yek ji gerîlayên berxwedêr ê ji Başûrê Kurdistanê Botan Germiyan got, armanca dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd e.
Bila gelê me baş bizane, ku heta gerîla hebe wê dewleta Tirk negihe armancên xwe.