HEWLDANÊN JI BO YEKÎTIYÊ
DIYAR DERSIM Û NASIR REZAZÎ ENCAMÊN HEVDÎTINÊN XWE VEGOTIN
Yekîtiya Hunermendên Kurdistanê li Başûrê welêt ji bo rê li ber şerekî Kurd bi Kurd bê girtin hin hevdîtin pêk anîn.
Diyar Dersim û Nasir Rezazî bûn mêvanê Stêrk Taybet û bersiv dan pirsên Gulistan Çiya Îke.
Nasir Rezazî careke din bang li hêzên Kurdistanê kir, ku li dijî dijminê xwe bibin yek.
Diyar Dersim jî eşkere kir, ku wan bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin kiriye.
Û da zanîn, ku Barzanî li ser soza xwe ye, ku şerê Kurd bi Kurd neqewime.