ZEXTÊN FRANSA YÊN LI SER KURDAN
GELO PARÎS SIYASETA ERDOGAN A LI DIJÎ KURDAN JI XWE RE DIKE MÎNAK?
Zêdetirî 20 nijadperestên Tirk 3’ê nîsanê êrişê Navenda çanda Mezopotamya kirin û hewl dan 4 kesên li komaleyê lînç bikin.
Lê 4 kesên li komeleyê li ber xwe dan, ji êrişkaran 6 kes birîndar bûn û kesek jî kete destê Kurdistaniyan.
Yek ji 4 kesên li Komeleyê bû Rohbîn ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku êrişkaran rasterast ji Enqerê ferman girtiye û wisa êriş kirine.
Rohbîn bi bîr dixe ku êrişa nijadprestan piştî operasyona polîsên Fransa ya li hemberî Kurdan ya li Parîs, Marsîlya û Draguignanê pêk hatiye û got: Nijadperestên Tirk ji hukumeta Fransa cesaretê digirin û wisa êrişan dikin.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlyayê Erhan Tarhan jî, dibêje ew ji sedî sed bawerin, êrişkar bi biryareke siyasî ya Enqerê êrişan dikin.
Tarhan zextên Fransa û girtina siyasetvanên Kurd wekî rêbaza Tirk a li dijî Kurdan nirxand û got: Erdogan dixwaze li hemû deveran rêxistiniya Kurdan tasfiye bike. Niha em dibînin Fransa jî heman rêbazan û heman siyasetê esas digre.
Hevserokê berê yê CDK-F Vedat Bîngol jî dibêje wekî li Tirkiyê, li dijî me doz û lêpirîn tên vekirin û bi vê yekê xizmetê siyaseta Tirk tê kirin.
Berdevkê CDK-F Agît Polat jî difikire ku sedemeke din a van zextan ew e ku di nava dewleta Fransayê de alîgirên dewleta tirk ên xwedî bandor hene.
Polat banga berpirsyarî û hestiyariyê li rêveberiya Parîsê dike û dibêje divê Fransa ji siyaseta xizmeta Tirkiyê dike dûr bisekine û ji bo Kurdan bibe xwedî helwesteke erênî.