Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta tirk zarokkuj e: Di 20 salên dawî de bi kêmanî 500 zarok hatin kuştin

 

DEWLETA TIRK ZAROKKUJ E
DI 20 SALÊN DAWÎ DE BI KÊMANÎ 500 ZAROK HATIN KUŞTIN

23’ê Nîsanê salvegara vekirina Meclista Tirkiyê ye.

Ev roj di heman demê de weke Cejna Zarokan hatiye qebûlkirin.

Lê cejna ku hatiye îlankirin jî ne cejn e.

Ev roj bi tenê ji bo veşartina rûyê serdestiyê û dagirkeriyê ye.

Rayedarên dewletê her pesnê xwe didin, dibêjin;

“Tirkiye yekane welat e ku li cîhanê cejna zarokan lê tê pîrozkirin.”

Lê belê ev gotin jî ji bo veşartina rastiyan e, ji ber ku zarokên gelên vî welatî ji her cejna hêjayî zarokan bêpar in.

Li vî welatî jiyan li zarokan tê herimandin. Li cihê ku ji bo zarokan mafê jiyanê tune be, kes nikare bi taybetî ji bo zarokan cejnan bike.

Kengê behsa cejna zarokan dikin çavên Ceylan Onkol tên bîra mirov.

Kenên Ugur Kaymazê 12 salî nîvco hîştin, Berkîn Elvan di 15 saliya xwe de hate kuştin.

Alî Îsmaîl hate lînckirin. Cenazeyê Cemîle bi rojan di sarincê de hate girtin.

Li gor hin daneyan li Tirkiyê di nav 20 salên dawî de ji 500’an zêdetir zarok ji aliyê dewletê ve hatin kuştin.

Li Tirkiyeyê ji bilî zarokên tirk hemû zarokên din ji mafê perwerdaya zimanê zikmakî bêpar in.

Ew kesên ku zarokên cîhanê bi zimanê wan li Tirkiyê bi sedema 23’ê Nîsanê pêşwazî dikin, zimanê zarokên vî welatî qedexe dikin.

Her wiha li Tirkiyê ji milyonekî zêdetir zarokên karker hene û keda wan tê pişaftin.

Zarokên penaber rastî tundiyê tên.

Bi destê cemaetan di salên dawî de destdirêjiya li hemberî zarokan ku sûcê mirovahiyê yê herî mezin e, zêde dibe.

Li welatekî bi vî rengî cejna 23’ê Nîsanê tê pîrozkirin.

Li gel van pirsgirêkên mezin ev cejn bê tehm e, xav e û bê naverok e.

Komar li ser şerme mirovahiyê ya 24’ê Nîsanê hate avakirin.

24’ê Nîsanê salvegera qirkirina ermeniyan e.

5 sal şûnde li ser vê komkujiyê hîmê komarê hate avêtin.

Ev sed sal e ev bêbextiya dîrokî li pey Tirkiyê ye.

Komar ev sed sal e komkujî, çandkujî, zimankujiyê li hemberî kurdan jî zindî dike û zindî dihêle.

Rastiya Tirkiyê di navbera 23 û 24’ê Nîsanê de veşartiye.

Di navbera cejn û şinê de.

Heya ku Tirkiye bi rastiya xwe re rû bi rû nemîne, ne dikare cejna biafirîne û ne jî rastiyeke din.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv